Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Egîd Civyan, Fermandarê Şengalê

 

EGÎD CIVYAN
FERMANDARÊ ŞENGALÊ

Sal 1975…

Ji Gevera milekî xwe Behdînanê.

Û milê din Rojhilatê Kurdistanê..

Wahdettîn Karay..

Fermandarê Şengalê…

Garê,

Botanê..

Fermandarê, hêza biryardarî, wêrekî û lehengiya gelê Kurdistanê…

Li navçeya Colemêrgê Geverê ji dayîk bû.

Hem li nava malbat û hem jî li nava navçeyeke welatparêz mezin bû.

Ciwaneke jîr, zîrek û çalak bû…

Ji ber ku pergala heyî jê re nebû bersiv, tevî 3 hevalên xwe sala 1992’an xwest beşdarî nava refên gerîla bibe.

Lê ji ber qezayekê, ev daxwaza Egîdê Geverî wê salê neçû serî.

Xwegihandina çiyayên Kurdistanê bûbû weke hesreteke mezin li nava dilê wî.

Êdî ew di 18 saliya xwe de bû gerîlayekî azadiya Kurdistanê.

Jidilbûn û sekna wî, şarezatiya li nava gotinên wî veşartî, di rûyê wî de xwe dida der.

Ew jî zarokekî leheng ê Geverê bû.

2013’an li ser banga Rêber Apo ji Botanê, tevî hevrêyên xwe, vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê.

2014’an di Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel de cihê xwe girt.

Ev sal ji bo Egîd bû sala lehengiyek mezin li ser navê Kurdistanê.

3’yê Tebax 2014’an dema li Şengalê ferman rabû, bi sed hezaran Êzdî bi qirkirinê re rû bi rû hatin hiştin..

Wê rojê hem Kurdistan û hem jî mirovahî bi şahidê şermeke mezin…

Talan, wêranî, revandin û qirkirin…

Ji bo rê li ber vê şerma mezin a mirovahiyê bigirin, meş û beza gerîlayên Kurdistanê, bi carekê xwe da der..

Yek ji pêşengên wan gerîlla û şewrvanan Egîd Civyan bû..

Ew li Şengalê bi roleke dîrokî rabû.

Êzidî ji nava lepên hovîtiya DAIŞ’ê rizgar kirin.

Bi ked û hewldaneke mezin, Egîd karîbû tevî hevrêyên xwe, 150 hezar Êzidî xelas bike..

Bû cihê şanazî û serbilidniyê..

Di bin fermandariya wî de , êriş hatin şikandina.

Êdî dema hatibû ku Şengal bi temamî ji tarîtiyê were rizgarkirin..

Bi pêşengiya Egîd, gerîlla xwe berdan nava Şengalê û tola şehîdên fermanê hilanîn.

Di avakirina sîstema azadîxwaz a Şengalê de bû xwedî roleke girîng.

Piştî erka xwe bi awayekî serketî û serfirazî bi cih anî, Egîd Civyan xatir ji civaka Êzdî xwest û careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Bihara 2018’an ket ser rêya Botanê ku bi eşq û hesret timî behsa wê dikir.

Û 11’ê Îlonê di berdêla vê evîndariyê de, mîna Welat Herinkî, Berçem Cîlo, Rizgar û Têkoşer Gever, beşdarî karwanê nemiran bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv