EDÎTORÊ ROJNAMEYA MORNÎNG STAR STEVE SWEENEY:
GELEK BELGEYÊN KU DEWLETA TIRK ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR ANÎNE HENE
Edîtorê Rojnameya Morning Star ya Brîtanyayê Steve Siweeney têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji ajansa Rojnewsê re axivî.
Steve di hevpeyvînê de li ser serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê û lêkonînên li herêmê kirine jî agahiyên girîng dan.
Steve Si
weeney dibêje gelek belgeyên Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê çekên kimyawî bikaranîne hene û wiha dewam dike:
“Belgeya herî giring a têkildarî şopên li ser bedena mexdûrên çekên kimyewî ye.
Wekî din gelek şopên çekên kimyewî li ser coxrafiya deverê jî hene.”
Sweeney, balê dikşîne ser bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û saziyên navdewletî ji dike û vê bangê dike:
“Divê bi lez komisyonek navnetewî ya çavdêriyê were avakirin û li başûrê Kurdistanê li cihên ku dewleta Tirk çekên kimyawî bikar anîne lêkolînê bide destpêkirin.”