Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ebo Tara: Em şerê Kurd bi Kurd napejirînin û daxwaza yekgirtinê dikin 08.11.2020

Endamê Serkirdayetiya Hizba Şue ya Kurdistanê Ebo Tara, da zanîn ew wek Hizba Şue li dijî şerê Kurd bi Kurd in û daxwaz kir hemû aliyên Kurdî li dijî dagirkeran yekîtiya xwe avakin. Ebo Tara got, şerê navxweyî yê ji beriya niha rûpelek reşe di dîroka gelê Kurd de û ziyanek mezin da Kurda.

Nerazîbûnên aliyên siyasî yên li dijî hewildanên PDK’ê yên ji bo lidarxistina şerê navxweyî herku diçe zêdetir dibin. Têkildarî aramnc û ziyanên şerê navxweyî Endamê Serkirdayetiya Hizba Şue ya Kurdistanê Ebo Tara ji Rojnews’ê re axivî.

‘Pêwîste hizbên siyasî temamkerê hevbin, ne li dijî hev bin’

Ebo Tara di destpêkê de da zanîn pêşkeftin, bihêzbûn, serkeftina gelê Kurd li Başûr û hemû parçên din ên Kurdistanê armanca wan a sereke ye. Her wiha got, divê hizbên siyasî yên Kurdistanî temamkerê hevbin, divê ne ji ber zextên rejima Tirk û Îranê dijbertiya hev bikin.

Di dewamê de Ebo Tara diyarkir şerê Kurd bi Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê tenê êşê bi xwere tîne û wiha domand: “Divê hemû alî alîkarê hevbin û rê nedin rejimên ne demokrat û bê edalet yên wek Tirkiye, Îran û Suriyeyê xwestekên xwe bi ser xwestekên netewî de bidin ferzkirin.”

‘Em li dijî şerê Kurd bi Kurd in tawanên Tirkiye mehkum dikin’

Ebo Tara helwesta partiya xwe ya li dijî şerê navxweyî nîşanda û got: “Wek Hizba Şue em li dijî şerê Kurd bi Kurd in. Em kuştin û bibinkeftina hêzek siyasî ya xebata rewa ya gel û nîştiman bi ziyanek mezin binav dikin. Banga me ji Başûr ji bo PKK’ê, PDK’ê û hêzên têkoşer ewe, di vê dema ku rejima Tirk êrişê ser Başûr dike, bi rêyên diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. Em tevayî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûr mehkum dikin. Em dibêjin na ji bo hev kuştin û wêrankariyê.”

Her wiha Ebo Tara destnîşankir ku rayedarên dewleta Tirk bi piştevaniya Tramp hewil didin dagirkeriya li deverên sinorî yên Îran, Suriye berfireh bikin, Efrîn û cihên din talan bikin.

‘Şerê aliyên Kurdî wê encamek xirab bixwere bîne’

Di dirêjiya axaftina xwe de Ebo Tara diyarkir wê şerê aliyên Kurdî encamek gelek xirab ji bo xaka Kurdistanê bi xwere bîne. Ebo Tara got, wê herî zêde welatiyên li deverên sinorî û yên dikevin sinorê madeya 140 de zirarê ji vî şerî bibînin.

Ebo Tara da zanîn ku divê PDK û PKK ligel hevde rûnin û bi rêya aşitî û diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.

‘Pêwîstiya Kurdan bi yekgirtina li dijî dagirkeriyê heye’

Di dawiya axaftina xwe de jî Ebo Tara wiha got: “Şerê navxweyî yê ji beriya niha rûpelek reşe di dîroka gelê Kurd de. Ziyanek mezin da Kurda û poşmaniyek mezin bi xwere anî. Niha di cihanê de guhertinên gelek mezin çêbûne. Pêwîstiya Kurdan bi yekgirtina li dijî dagirkeran heye, ne ku Kurd şerê Kurd bikin. Niha başkirin û pêşxistina berjewendiyên gelê Kurd ji gelek mijarên din giringtire. Erkeke divê em tev bihevre ji bo vê yekê kar bikin, ne ku ji bo dijminan şerê hev bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv