EBDULKERÎM OMER:
DIVÊ KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ BI ERKA XWE RABE
Çeteyên DAIŞ’ê şeva 20’ê Çileyê bi awayekî pilankirî êrişî Girtîgeha Xiwêran a li bajarê Hesekê kirin.
Li vê girtîgehê herî kêm 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê dihatin girtin.
Bi êrişa çeteyan re rewşa girtiyên DAIŞ’ê dîsa ket rojeve.
êrişê û girtiyên DAIŞ’ê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer axivî û bal kişan ser rola hêzên navneteweyî.
Ebdulkerîm Omer da zanîn ku hêzên koalîsyona navneteweyî bi erka xwe ranabin û got:
SALIH MUSLIM:
LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ KONSEPTEK TAYBET DI DEWRÊ DE YE
Endamê Hevserokatiya Konseya PYD’ê Salih Muslim jî li ser mijarê ji ajansa ANF’ê re axivî.
Muslim bal kişand ser berfirehiya êrişê û got:
“Şaneyên veşartî yê li herêmê bi awayekî hemxwet ketin hereketê.
Ev jî berfirehiya planê ku hatiye kirin radixe ber çavan.”
Salih Muslim di nirxandinên xwe de bal kişand ser xalên civîna Astanayê û got:
“Di vê civînê de ji 10 biryarên hatine girtin, 8 jê di derheqê Bakur-Rojhilatê Sûriyê de bûn.
Ev jî diyar dike ku li herêmê konseptek di dewrê de ye.
Êrîşên ji Şehba heta bi Zirganê, dorpêçkirina herêmê, êrişa li ser girtîgeha çeteyên DAIŞ lê dimînin jî bi vê konseptê ve girêdayî ye.”
Salih Muslim herî dawî da zanîn ku ew dixwazin dadgeheke navnetewî bê ava kirin û DAÎŞ’î li wir bêne darizandin.