ÇÛYÎNA ERDOGAN A AMEDÊ
DÛRAN KALKAN: XUYA DIKE KU BIDEN ZEXT LI ERDOGAN KIRIYE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan mêvanê televîzyona Medya Haberê bû.
Li ser çûyîna şefê faşîst ê dewleta Tirk Erdogan ji bo Amedê Dûran Kalkan wiha got:
Kenan Evren jî hin caran diçû Amedê û diaxivî.
Milet li Deriyê Çiyê kom dikir, hin caran gef dixwar û hin caran jî sûcê xwe îtîraf dikir.
Piştî ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi ser ket Kenan Evren çû Amedê û zîndan nîşan da û wiha got;
“Li vê derê hin kes hene, ku hûn serê wan jî jê bikin, ji ya xwe nayên xwar.”
Bi vî rengî têkçûyîna xwe îtîraf kir.
Kalkan bi bîr xist, ku Kenan Evren 9 salan weke belayekê li ser serê Tirkiyê ma û Tayîp Erdogan jî li ser rêya wî ye.
Divê em pêşî vê yekê bibînin;
Xuya ye, Biden hinekî zext lê kirine.
Erê Amerîka piştgiriyê dide qirkirina gelê Kurd û şerê li dijî PKK’ê.
Lê ji ber ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di asta hovîtiyê de vê yekê dike, tê hişyarkirin.
Xuyaye bi awayekî ciddî hatiye hişyarkirin û ji ber vê yekê Erdogan çûye Amedê.
Yanî Erdogan ne bi daxwaza xwe çûye Amedê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir, ku Erdogan ji bo çavê Amerîka û mutefîkên xwe binixumîne çûye Amedê.
Dûran Kalkan her wiha êrişên li dijî HDP’ê jî bi bîr xistin û got, Tayîp Erdogan van êrişan pîlan dike û birêve dibe.
ŞERÊ GERÎLA YÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
DÛRAN KALKAN: BERXWEDANA GERÎLA FAŞÎZMÊ DIRÛXÎNE
Li ser berxwedana gerîla ya li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî Dûran Kalkan wiha axivî:
Berxwedana gerîla faşîzma AKP-MHP’ê hildiweşîne.
Ne em vê yekê dibêjin Tayîp Erdogan bi xwe îtîraf dike.
Dewlet Bahçelî jî îtîraf dike. Her carê behsa pirsgirêka “manûnemanê” dike.
Ev têkoşîn wan ji hev dixe.
Bi wêrekî û fedakariyeke mezin gerîla û milîtanên li bajaran vê berxwedanê dikin.
ŞERÊ GERÎLA YÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
DÛRAN KALKAN: PDK DIXWAZE AKP-MHP’Ê JI HILWEŞÎNÊ RIZGAR BIKE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir, ku PDK dixwaze rêjîma faşîst ji vê hilweşînê rizgar bike.
Her çiqasî piştgiriyê bide jî, rasterast PDK tevlî şer nekirin.
Faşîzma AKP ji hev dikeve û PDK dixwaze wê biparêze, ma ev karê wê ye?
Dûran Kalkan têkildarî vê yekê ev hişyarî kir:
ŞERÊ GERÎLA YÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
DÛRAN KALKAN: DIVÊ TI KES PKK’Ê BIÇÛK NEBÎNE EW HEBÛN Û AZADIYA GELÊ KURD E
Hin kes derdikevin dibêjin “PKK bahane ye.”
PKK ne bahane ye, divê ti kes PKK’ê biçûk nebîne.
PKK hebûn û azadiya gelê Kurd e.
Li ser PKK’ê êrişa herî giran a dîrokê heye û li ber xwe dide.
Divê her kes vê rastiyê bibîne.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir, ku dewleta Tirk dixwaze li ser navê Kurdbûnê ti tiştî nehêle.
Li dijî êrişên qirkirinê Dûran Kalkan xwest, îtîfaqa demokrasiyê ya li Tirkiyê jî were mezinkirin.