Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: ‘Têkoşînê hişt ku Konseya Ewrûpayê biryar bide’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
TÊKOŞÎNÊ HIŞT KU KONSEYA EWRÛPAYÊ BIRYARÊ BIDE

Endamê Komîteya Rêvbeber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameya taybet a Medya Haberê bû.

Kalkan di beşê pêşîn ê nirxandinên xwe de li ser tecrîda li Îmraliyê û biryara Konseya Erûpayê rawestiya. PKK Yürütme Komitesi üyesi Duran Kalkan, televizyonumuzda yayınlanan özel programda,

Kalkan da zanîn ku kîn û nefreta li hemberî sîstema îşkenceyê ya li dijî Rêber Apo tê kirin, li her aliyê cîhanê bûye sedema têkoşînê û wiha axivî:

“Li Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê bûyina rojev a vê mijarê, encama têkoşîna hatiye dayîn e. Divê gelê me û dostên me vê yekê wisa bibînin. Bi dagirtina kolanan, bi dayina daxuyaniyan û bi çalakiyên cûr be cûr ev yek pêk hatiye. Ya girîng ew e ku di encama têkoşîneke hiqûqî de ev yek çêbûye. Yanî ev çalakî deya naçin. Ev jî tê wê maneyê ku divê em van çalakiyên xwe zêdetir bikin. Divê em bêtir pev re bitekoşin û darbeyan li faşîzmê bixin.”

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
SIYASET DIKARE PERGALA ÎMRALIYÊ ÇARESER BIKE

Duran Kalkan da zanîn ku sîstema Îmraliyê mirov nikare bi hiqûqê biguherîne, lê siyaset dikare rê li ber hilweşandina wê veke.

Ji vî alî ve Konseya Ewrûpayê ku rêxistineke siyasî ye, dikare girîng be.

“Pirsgirêkên bi vî rengî bi huqûqê nabe, ji xwe dewleteke wisa ye ku bi hiqûqa xwe nake. Dimîne riya siyasetê. Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê tiştekî baş kiriye ku ev mijar bi berfirehî dest girtiye, guftugo kiriye. Yanî divê bêtir saziyên siyasî têkevin nava vî karî. Yanî hiqûq tineye, bi awayekî “dîl”girtine. Tenê mirov dikare ji vî alî ve bêje ku biryarên wê dikarîbû hinekî din zelaltir biba. Lê ya girîng ew e ku, siyaset zêdetir rol bigre.”

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
LI CEM OSMANIYAN LÎSTIK PIR IN, DIVÊ HIQÛQZAN BIRYARÊ BAŞ BIWXÎNIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi bîr xist ku, Konseya Ewrûpayê heta çlona 2022an dem daye Tirkiyeyê. Ev yek jî gûmanên li ser dewletê zêdetir dike û bar dikeve ser milê hiqûqzanan.

Kalkan wisa axivî:

“Divê mirov hişyar be, bi dîqet tevbigere. Lewra li îmraliyê hertişt kirine cezayên dîsîplînê. Nizanim dibe ku sibê bêjin ji ber vî cezayê dîsîplînê em bernadin. Lîsk li cem wan zêde ne. Niha tiştekî baş bûye, biryar hatiye saziyeke siyasî. Lê salek ji bo Tirkiyeyê destnîşan kirine. Heta ku Tirkiye xwe biguherîne. Lê ewê ev yek çawa be, çi jê derkeve em nizanin. Belkî ji bo sernixumandina wê ewqas dem dane Tirkiyeyê. Ji vî alî ve divê hiqûqzan baldar bin. Li vê biryarê bikolin, ka çiqwasş hiqûqî ye, lewra ji bo kesên divê werin berdan, dibêjin ewqas cezayê wî heye û bernadin. dikarin vê yekê ji bo Îmraliyê jî bikarbînin. Divê em li dijî vê yekê jî têkoşîna xwe ji liyê hiqûqî û siyasî ve zêde bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv