Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: ‘Pêngava 15’ê Tebaxê bi baweriya Rêber Apo û bi fermandariya rêheval Egîd pêş ket’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ BI BAWERIYA RÊBER APO Û BI FERMANDARIYA RÊHEVAL EGÎD PÊŞ KET

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re nirxand.

Duran Kalkan di pêngava 15’ê Tebaxê de rola Rêber Apo û fermandar Egîd wiha nirxand.

Di nava şertên zor û zehmet de, di rewşeke wiha de ku hêvî jî nedihate kirin, Rêber Apo digot ‘ez xeyalê hêviyê diafirînim’.

Lewma Pêngava 15’ê Tebaxê bi bawerî û biryardarî Rêber Apo, fermandariya rêheval Egîd, Jidilbûn û fedakariya Ciwanên Kurd ve pêş ket.”

Duran Kalkan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser baweriya Rêber Apo.

“Berxwedana 14’ê Tîrmehê, berxwedana Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhat, Sarayan bi xwe re wêrektiyek xurt derxist holê.

Rêber Apo ev wêrekî nîşan da. Ev wêrekiyeke pir bi bîrewerî bû. Ew bîrewerî xwe disparte ser zanîneke kûr a dirokî. ”

Kalkan diyar kir Pêngava 15’ê Tebaxê civakeke nû, mirovên nû û civaka azad ava kiriye

“Pêngava 15’ê Tebaxê bû milada Kurdan.

Tinebûna netewa Kurd bi Pêngava 15’ê Tebaxê ve hate sekinandin.

Em dibêjin berxwedana Kurdan, berxwedana netewî û berxwedana azadiyê.

Lewma em dikarin bêjin bi pêngava 15’ê Tebaxê ve civaka azad jî hat avakirin”

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
JI BO FERMANDAR EGÎD GIHAŞTINA HEDEFA XWE ESAS BÛ

Duran Kalkan bi van gotinan bal kişand ser kesayeta fermandarê mezin Egîd.

“24 saetan li ser jiyanê, li ser şer hûr dibû, Difikirî.

Heval Egîd hertim ji bo her erkê amade bû.

Li çi deverê çi erk biketa ser milê wî, erka xwe pêk tanî.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di dawiya axavtina xwe de da zanîn ku fermandar Egîd bi îradeyek mezin bi ser pirsgirêka ve diçû.

“Ji bo fermandar Egîd gihaştina hedefa xwe esas bû.

Ew hertim bi îradeyek mezin bi ser pirsgirêkan ve diçû û derheqê zor û zehmetiyan derdiket.

Xwe pewerde dikir û xwedî seknek bi bandor bû.”

Heval Egîd hem fermandar û hem şervan bû.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv