Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: Li ser navê PKK’ê 1’ê Gulanê cejna hemû kedkar û karkeran pîroz dikim

 

1’Ê GULANÊ ROJA PIŞTEVANÎ Û TÊKOŞÎNA KEDÊ
DURAN KALKAN: LI SER NAVÊ PKK’Ê CEJNA HEMÛ KEDKAR Û KARKERAN PÎROZ DIKIM

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji ANF’ê re nirxandineke berfireh der barê 1’ê Gulanê de kir.

Duran Kalkan li ser navê PKK’ê cejna hemû kedkar û karkeran jî pîroz kir, di şexsê şehîdên 1’ê Gulana 1977’an a li Taksîmê hemû şehîdên vê rojê bi bîr anîn.

Duran Kalkan bal kişand ser kedxwariya ku bi destê desthilatdariyan li ser civakê tê ferzkirin û ev nixandin kir:

Ez bang li her kesên dilê wan ji bo 1’ê Gulanê lê dide dikim.

Di 1’ê Gulana 2021’ê de dakevin qadan, qadan dagirin, sirûdên azadî, wekhevî û demokrasiyê bêjin.

Ji bo her kesî dibêjim, em berê xwe bidin 1’ê Gulanê.

Em berê xwe bidin qadên têkoşîna demokrasî û azadiyê.

Em faşîzmê hilweşînin û rizgariyê misoger bikin.

Duran Kalkan destnîşan kir ku 1’ê Gulanê sembola herî xurt a tevgera sosyalîst a global e û got:

Kapîtalîzma global heta îro li dijî sosyalîzmê bi her awayî êrişên reşkirinê dike.

Kapîtalîzmê gelek nirxên sosyalîst ji holê rakirin an jî bêbandor kirin.

Lê tevî vê yekê jî wê nekarî girîngî û wateya 1’ê Gulanê roja karker û karkeran kêm bike.

Li gel her cûre êrişan jî 1’ê Gulanê di dil û mejiyê karker, kedkar, jin û ciwanan de timî teze ma.

1’Ê GULANÊ ROJA PIŞTEVANÎ Û TÊKOŞÎNA KEDÊ
DURAN KALKAN: DIVÊ HEMÛ KARKER Û KEDKAR DAKEVIN QADAN

Duran Kalkan diyar kir ku 1’ê Gulanê ruh, hest, fikir û nêzîkatiya karker û kedkaran, jin û ciwanan destnîşan kiriye û got:

Ti êrişê nekariye bandora 1’ê Gulanê kêm bike, nekarî wê bêqîmet bike.

Nekarî li pêşiya xwendina sirûdên 1’ê Gulanê bibe asteng.

Nekarî rê li kombûna bi milyonan mirovên daxwaza azadî, wekhevî û sosyalîzmê dikin bigire.

Sedema xwe jî ew e, ev roj bi xwîna şehîdên kedê hatiye avdan.

Duran Kalkan destnîşan kir ku îro ji her rojê girîngtir e li dijî polîtîkayên faşîzan û kedxwariyê qad werin tijî kirin û ev bang kir:

Em bi hêvî ne ku 1’ê Gulanê ya îsal bibe asta herî bilind a têkoşîna ku faşîzmê hildiweşîne.

Ev roj li dijî Pergala Îmraliyê bibe roja têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo digihîne asta herî bilind.

Em bang li gelê xwe û gelên Tirkiyê dikin ku pêvajoya 1’ê Gulanê bi pêngava me ya ‘Dema Azadiyê ye’ xurtir bikin û li ser bingeha hilweşandina faşîzmê veguherînin gaveke girîng.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv