Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: ‘Hedefa me ew e em sala 2. a pêngavê bikin sala serkeftinê’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
EV PÊNGAVEKE DEMÎ YE KU ŞERÊ ŞOREŞGERÎ YÊ GEL BER BI SERKEFTINÊ VE DIBE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxand.

Dûran Kalkan bi berfirehî li ser pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” sekinî û armancên pêngavê nirxand.

Pêngav zanista li hemberî faşîzmê pêş xist.

Berxwedana antî-faşîst mezin û bi hêz kir.

Coş û kelecan lê zêde kir û hevgirtinekê afirand.

Di vê pêvajoyê de tifaqên demokratîk pêşketin û siyaseta demokratîk zêdetir zindî bû.

Divê em vê yekê jî bibijên;

Ev pêngaveke demî ye ku stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ber bi serkeftinê ve dibe û wê dewam bike.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
HÊJAYÎ GOTINÊ YE KU ÇENGEK GERÎLA BI BERXWEDANAN ARTÊŞEKÊ RAWESTAND

Derbarê tevlîbûna gerîla ya pêngavê de jî Dûran Kalkan diyar kir ku gerîla ji pêngavê re pêşngtiyê kir.

Ev pêngav hilweşandina desthilata AKP/MHP’ê û çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser bingehê xweseriya demokratîk dike armanc.

Ji ber vê yekê jî hêza pêşeng a pêngavê jî bê guman gerîlayên HPG/YJA Starê bûn ku derbên giran li dijmin dan.

Keç û xortên Kurdan li hemberî artêşa dagirker bi dilên xwe yê zelal û vîna xwe li berxwe dan.

Bi zanîna xwe û bi dildariya xwe ya azadiyê liber xwe dan.

Di rewşa heyî de gerîla, gihîşt asteke ku kare li hemberî faşîzma AKP/MHP’ê bi sekine û çalakiyan lidar bixe.

Evana jî bi giştî li hemberî faşîzma AKP/MHP’ê dibin pêşengên pêngava “DEM DEMA AZADIYÊ YE!”

Helbet di vê mijarê de divê em hêz bidin gerîla.

Bi taybetî jî ciwanên Kurd ji bo hêza gerîla xurt bikin divê ber bi têkoşînê ve biherikin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
HEDEFA ME EWE KU EM SALA 2. A PÊNGAVÊ BIKIN SALA SERKEFTINÊ

Duran Kalkan peyama ku wê di sala 2. de têkoşîn bihêztir bibe da û got;

Wê sala 2. a pêngavê bibe sala serkeftinê, armanca me ewe…

Di sala 2. wê çalakiyên gerîla ji parastinê derbasî êrişê bibin.

Ev çalakî jî bi taybetî wê li deşt û bajaran zêdetir û belav bibin.

Wê gerîla derbên giran li faşîzmê bide û sala 2. a pêngavê wê bike sala serkeftinê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv