Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: ‘Desthilata faşîst a AKP/MHP’ê ji HDP’ê ditirse’

 

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DESTHILATA FAŞÎST A AKP/MHP’Ê JI HDP’Ê DITIRSE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a Televîzyona Medya Haberê de êrişên li dijî HDP’ê nirxandin.

Dûran Kalkan destnîşan kir ji ber ku faşîzm ji HDP’ê ditirse êrişî HDP’ê dike.

Zêde li rexneyên Erdogan ên li dijî CHP’ê nenêrin.

Ji wê hêlê CHP’ê ve tirsa wan nîne.

Lê belê di rastiyê de ji HDP’ê ditirsin, ji hêzên şoreşger û demokratîk ditirsin.

Ji xeta HDP’ê, siyaseta HDP’ê ditirsin, ji ber wê yekê jî di rewşeke êrişê de ne.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
NAVÊ MHP’Ê LI KURDISTANÊ XWÎN Û KOMKUJÎ YE, WÊ GELÊ AMEDÊ DESTÛR NEDE

Derbarê binavkirina daristaneke li Amedê jî Dûran Kalkan ev nirxandin kir.

Navê MHP’ê li Kurdistanê xwîn û komkujî ye, heqareta li dijî Kurda ye.

Devlet Bahçelî jî başbûxê duyemîn ê tevgereke bi vî awayî ye.

We gelê Amedê destûr nede vê yekî, wê ev pêk neyê.

Divê herkes hişê xwe bide serê xwe rast tevbigere.

Herî dawî jî Dûran Kalkan, bal kişand ser daxuyaniyên CHP’ê yên “danekevin kolanan” û ev yek wekî teslîmbûna faşîzmê nirxand.

Derneketina kuçeyan teqez teslîmîyet e.

Ne diyar e wê faşîzm sindoqan deyne an na.

Di bin faşîzmê re ne diyar e wê hilbijartinek pêk were an na jî.

Tenê bi têkoşînê tu dikarî li hemberî faşîzmê rabî.

Rêya wê jî kuçe ye.

Bi zorê dikarî îstîfayê pê bidî kirin û bingeheke demokratîk ji hilbijartinê re amade bikî.

Ji bilî vê tu rêyeke din nîne û faşîzm jî têk naçe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv