Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: ‘2021 bû sala têkçûna faşîzmê wê sala 2022 jî bibe sala hilweşandina wê’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
2021 BÛ SALA TÊKÇÛNA FAŞÎZMÊ WÊ SALA 2022 JÎ BIBE SALA HILWEŞANDINA WÊ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, beşdarî bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê bû û mijarên di rojevê de nirxand.

Dûran Kalka destpêkê bal kişand ser faşîzma AKP/MHP’ê û got;

Çi dikin bila bikin sala borî bû sala têkçûna faşîzmê, wê ev sal jî bibe sala hilweşîna faşîzma AKP/MHP’ê.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
ÎMRALI ZINDANEKE NAVNETEWÎ YE Û POLÎTÎKAYA SERDEMA NAVÎN LÊ TÊ BIRÊVEBIRIN

Dûran Kalkan bi berfirehî li ser tecrîdkirina Rêber Apo sekinî û zindana Îmraliyê wekî zindaneke navnetewî destnîşan kir.

Li hemberî Rêber Apo polîtîkaya zindanê ya serdema navîn tê birêvebirin.

Derbarê rewşê de nirxandin jî hatin kirin, herî dawî jî komîteya wezîran a Konseya Ewrupayê de mijar hat nirxand.

Lê belê tevî ku li holê heq, hiqûq û edalet nîne û xespkirina maf heye, em dev ji çareseriyê berdin daxuyaniyek jî nedan.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
EV TECRÎD JI ALIYÊ RÊBER APO VE HAT ŞIKANDIN

Derbarê berxwedana Rêber Apo a li Îmraliyê jî Dûran Kalkan ev nirxandinan kir.

Hat dîtin ku ev tecrîd ji aliyê Rêber Apo ve hatiye perçekirin.

Ya rast tecrîd ji bo gelan heye, ji bo kesên tên perçiqandin heye, ji bo jinan heye.

Mirov zêdetir dixwazin fikrên Rêber Apo bibihîzin û fêr bibin.

Dixwazin vê pergala ketxwar û zilmê, pergala şerê taybet bişkênin.

Ji bo vê jî dixwazin ji rê û rêbazên ku Rêber Apo nîşan dide fêde bibînin.

Siyaseta Tirkiyê bi desthilat û muxalefeta xwe ve têk çûye, nikarin tiştekî nû bi afirînin.

Wekî çareserî nikarin rêyeke çareseriyê deynin ber civakê.

Niha jî di ser Îmraliyê re, di ser pirsgirêka Kurd re demegojiyê dikin.

Derdikeve holê ku yekane rêya çareseriyê fikrên Rêber Apo ne.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
WÊ HERKES HESABÊ BIDE RÊBER APO

Dûran Kalkan, diyar kir ku ji ber tecrîdê wê herkes hesabê bide Rêber Apo.

Rêber Apo ev 23 salin li Îmraliyê di bin Tecrîdê de tê ragirtin.

Ji ber vê rewşê em hemû berpirsiyar in.

Yê ku li wêderê tê ragirtin hişmendiyeke ku ji bo her tiştî çareseriyê di afirîne, fikra azadiyê ye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
BERXWEDANA GERÎLAYÊN AZADIYÊ FAŞÎZMÊ RAWESTAND Û TÊK BIR

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di şexsê şehîd Xebat Dêrik de şehîdên meha Çile bibîr anî û bîlançoya 2021’ê ya HPG’ê nirxand.

Dûran Kalkan destnîşan kir ku berxwedana gerîlayên Azadiyê faşîzma AKP/MHP’ê têk biriye.

Bîlanço nîşan da ku di sala 2021’an de şerekî çawa hatiye meşandin.

Ji bo ku têkçûna xwe ya li Garê sivik nîşan bide, 23’ê Nîsanê berê xwe da Avaşîn, Metîna û Zapê.

Li van qadan jî têk çûn

Rêveberiya Tayîb Erdogan-Devlet Bahçelî vê têkçûna xwe diveşêrin.

Ya rast têk çûne lê ew paşverûtiya cîhanê ku dibêjin ‘li hemberî me ye’ wan li ser piyan digire.

NATO û Sîstema modernîteya Kapîtalîst wan li ser piyan digire.

Bi rastî jî gerîla faşîzm têk bir, bi berxwedana xwe sekinand û êrişên wan şikandin.

Di 2022’yan de jî wê wan û sîstema wan hilweşin.

Bi terzê nû, bi zemînên nû wê gerîla ber bi hedefên nû ên şer ve pêş bikeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv