Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dr. Thoreau Redcrow: Gelo têkiliya dewleta Tirk û Talîbanê wê çawe be?

 

DR. THOREAU REDCROW
GELO TÊKILIYA DEWLETA TIRK Û TALÎBANÊ WÊ ÇAWA BE ?

Dewleta Tirk hewl dide ji bo desthilata Talîbanê xwe wek garantor û navbeynkar nîşan bibe. Dewleta Tirk balyozxaneya xwe ya li Kabulê vekirî hiştiye û ti karmendên xwe yên dîplomasî yên sereke venekişandine. Girêdayî vê yekê Erdogan got dixwaze bi murşîdê bilind ên Talîbanê re bicive. Li gorî wî ev yek jî bi hewldana “piştgiriya ji bo dabînkirina aştiyê” ye. Lê navendên îşkencekirinê yên li Efrîna dagirkirî, gundên Kurdistana Iraqê yên hatine topbarankirin, heta bi dêrên Ermenan ên li Qerebaxê hatine wêrankirin ji cîhanê re eşkere dike ku Erdogan behsa kîjan aştiyê dike.

Armanca sereke ya dewleta Tirk di pêkanîna serwerî û sûdgirtina ji Talîbanê de ew e ku armancên xwe pêk bîne, ew jî bikaranîna balafirgeha Kabulê ya stratejîk e. Wê ew jî bihêle Enqere bibe nobedarê dergehên Efganistanê yên neberavî û wê bi wê re di çûn û hatina çekdarên cîhadîst de xwedî kontrol be. Wekî rêbaza ku MÎT’a Tirk ji bo çekdarên DAIŞ’î yên cîhanê ku diçûn Stenbolê, dûra Dîlokê û piştre Sûriyê, bi kar aniye.

Ji bo naskirina siyaseta derve ya Tirkiyê di serdema desthilata Erdogan de, divê mirov bizanibe ku ew li ser bingeha cîhadîstên selefî tevdigere û ber bi xewnên mezinbûna îslamê ve diçe.

Komek mezin ji kesayetên cîhadî li derveyî Tirkiyê û hundirê wê hene ku têkiliyên wan ên şexsî bi Erdogan û partiya wî AKP’ê re hene.

Di çapemeniyê de wêne û dîmenên kevin ên Erdogan û Qelbedîn Hikumtiyar-mucahidê efganî yê navdar bi navê “Qesabê Kabulê” derketin. Hikumtiyar di sala 2018’an de bi balafireke ambulansê ya ezmanî ya tirkî serdana Tirkiyê kir û li nexweşxaneyeke Stenbolê hat dermandarkirin û Erdogan ew pêşwaz kir. Ew niha di mîrnişîna Îslamê ya nû “Efganistanê” de hikum dike.

Ji derveyî El-Qaîdê, Erdogan hevalbendî bi kesayetên oldar ên tundrew di hundirê Tirkiyê de kir, mîna Nurettin Yıldız-oldarê radîkal e, roja ku Talîbanê Kabûl girt, ji 700 hezar şopînerên xwe re li ser medyaya civakî pîroz kir.

Dewleta Tirk hewl dide di cîhanê de roleke mezin bigre ser xwe. Ew jî rejîma Erdogan teşwîq dike. Wekî li Lîbya, Sûriyê, Qerebaxê, Rojava û Başûrê Kurdistanê. Civaka navneteweyî jî ji artêşa Tirk re qetilkirina bê ceza rewa kiriye.

Niha jî, dibe ku Dominoya din a ku bikeve planên Enqereyê ji bo vegerandina Osmaniyên nû Efganistan be, ew jî dewleteke di dilê Asyaya Navîn de ye. Bi wê re dewleta Tirk dikare tevkariyê bi îxwanên cîhadî yên di Talîbanê de bike û DAIŞ’ê li wîlayeta Xorasanê ji bo êrişên terorîst ên jeopolîtîk bi kar bîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv