Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

DR.Thomas Phillips: ‘Tecrîdkirina Ocalan û qedexeya li ser PKK’ê du ruyên heman pirsgirêkê ne’

 

 

DR. THOMAS PHILLIPS:
TECRÎDKIRINA OCALAN Û QEDEXEYA LI SER PKK’Ê DU RÛYÊN HEMAN PIRSGIRÊKÊ NE

Înîsiyatîfa Navnetewî ya Edalet ji bo Kurdan di destpêka meha kanûnan 2021’ê de dest bi kampanyayek kir.

29 kesayetên ku ji bo azadiya Rêber Apo dixebitin bi vê kampanyaya xwe dixwazin ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Di nîveka meha kanûna 2021’ê de zêdetirî hezar kesayetên naskirî ku tê de fîlozof, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar hene destek dan kampanyayê.

Di çarçova kampanyayê de bi hezaran îmze hatine komkirin.

Yek ji îmzekarên kampanyayê Hindekarê Zanîngeha Liverpool John Moorê Doktor Thomas Phillips e.

Doktor Phillips ê hiqûqnas der barê kampanyayê de ji televîzyona Medyahaberê re axivî.

Doktor Phillips îşaret bi girîngiya kampanyayê kir û wiha axivî:

Em bi eşkereyî dibînin ku heke di meseleya çareseriya doza kurdî de yan jî li Rojhilata Navîn çareseriyeke çêbibe ev di Girava Îmraliyê re derbas dibe.

Bi saya birêz Ocalan aşitî mimkûn e. Û ez di wê baweriyê de me ku gelek însan jî wekî min difikirin.

Hiştina PKK’ê di lîsteya terorê de û di tecrîdê de ragirtina birêz Ocalan herdu jî du rûyên heman pirsgirêkê ne.

Dewleta Tirk bi vî awayî hemû meselê terorîze dike û di ser vê yekê re siyaseta xwe dimeşîne.

Lê tişta ku lazim e Tirkiye bike ew e ku bi birêz Ocalan re li ser masê rûnê.

Divê ji bo çareseriyê li fikrên birêz Ocalan guhdar bikin.

Doktor Phillips bang li hêzên cîhanî jî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin û PKK’ê ji lîsteya terorê derxin:

Ji bo destpêkirina proseseke aşitiyê divê paradîgmaya terorîzm û ewlehiyê werin guherandin.

Yekitiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî û Amerîka jî lazim e ji bo vê bikevin nava tevgerê û PKK’ê ji lîsteya terorê derxin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv