Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dr. Teysîr Cebar: ‘Nêrînên Ocalan ji bo têkiliyên Kurdî-Erebî çavkanî ne’

 

FORÛMA KURDÎ-EREBÎ
DR. TEYSÎR EBDILCEBAR: NÊRÎNÊN OCALAN JI BO TÊKILIYÊN KURDÎ-EREBÎ ÇAVKANÎ NE

Derdorên xwedî wijdan, partî û rêxistin, tevî sazî û dezgehan lêgerînên xwe yên ji bo demokrasiyê didomînin.

Rewşenbîrên kurd û ereb pêşniyara Forûma Kurdî-Erebî dikin.

Sekreterê Giştî yê Kombûna Ereban Jibo Piştgiriya Doza Kurdî Dr. Teysîr Ebdilcebar El-Alûsî der barê forûmê de ji Rojnewsê re acivî.

Doktor Alûsî destnîşan kir ku ji bo pêkanîna foruma Kurd û Ereb wê bandorek erênî li ser nexşeya siyasî ya herêmê çêbike û wiha got:

Lê ji bo vê yekê pêdivî bi lêhûrbûn û kordîneyeke mezintir heye.

El-Alûsî got fikrên Rêber Apo ji bo xurtkirina tifaqa kurd û ereban tije ders û tecrûbe ne, û divê jê sûd were girtin.

El Alûsî der barê Konfederalîzma Demokratîk a ku Rêber Apo pişniyar dike ev nirxandin kir:

Pêşniyarên konfederalîzmê û rêgeza welatîbûyînê di çarçoveya dewletên nenavendî de ku têde rêz ji rengînbûn û piralîbûnê re tê girtin pergala demokratîk qewîn dike.

Bi vî rengî wê alozî û pêkanînên rejîmên wekî ya Erdogan bidawî bike.

Ev jî bi riya diyaloga kûr û çalakbûna helwestên cur bi cur gengaz e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv