Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dr. Mehmud Osman: ‘Divê PDK çarenûsa gerîlayên li Xelîfanê eşkere bike’

 

SIYASETMEDAR DR. MEHMUD OSMAN
“DIVÊ PDK ÇARENÛSA GERÎLAYÊN LI XELÎFANÊ EŞKERE BIKE”

Siyasetvan doktor Mehmûd Osman li ser bûyera li Xelîfanê ji ajansa nûçeyan a RojNewsê re axivî.

Dr. Mehmud Osman ji PDK’ê xwest bersiva PKK’ê bide û çarenûsa hersê gerîlayan eşkere bike.

Siyasetvanê xwedî tecrube îşaret bi hewldanên PKK’ê yên ji bo pêşîgirtina şerê Kurd bi Kurd kir û wiha got.

Her du alî jî di peyamên xwe de dibêjin ew li dijî şerê Kurd bi Kurd in.

Di rojên borî de heyetek çû cem serokê PDK’ê Mesûd Barzanî.

Barzanî ji heyetê re gotiye, nabe bi ti awayek Kurd bi destê Kurd were kuştin.

Rayedarên PKK’ê jî ji bo şer dernekeve her tiştî dikin.

Ji ber vê yekê divê PDK eşkere bike li Xelîfanê çi bûye ?

Dr. Mehmud Osman îşaret bi pîlanên dewleta Tirk jî kir û got, divê her du alî bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin û rê nedin pilanên dewleta Tirk bi serkevin. Ji ber ku armanca dewleta Tirk derxistina şerê navxweyî yê kurd e.

Hêjayî bibîrxistinê ye roja 26’ê Tîrmehê koma gerîla ya ji sê kesan pêk dihat dema di gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan re derbas dibûn hêzên PDK’ê êrişî wan kirin.

Ji wê demê ve tevî bangan hemûyan jî rayedarên PDK’ê li ser bûyerê ti daxuyaniyê nadin.

NIVÎSKAR Û HELBESTVANÊ YARSAN KUSARÎ HAWARÎ
“NABE GELÊ KURD LI DIJÎ ÊRIŞ Û DAGIRKERIYÊ BÊDENG BIMÎNE”

Nivîskar û helbestvanê Yarsan Kusarî Hawarî jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr nirxandin.

Hawarî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê PKK, qirkirina tevahiya gelê Kurd e û ev bang kir.

Yek armanc û hedefa dewleta Tirk heye, ew jî dagirkirina Kurdistanê ye.

Divê gelê Kurd bi taybet rêveberên siyasî vê yekê bibînin û li beramberî dagirkeriyê bêdeng nemînin.

Hêza gel ji ya dagirkeran hîn zêdetir e, pêwiste bi hevgirtin û yekîtiyê em destê xwe bikin qirika dagirkeran.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv