SIYASETA KIRÊT A WASHÎNGTONÊ YA LI HEMBERÎ KURDAN
DR.MAHMÛD OSMAN: DIVÊ KURD BI YEKÎTIYÊ BERSIVA PÊWÎST BIDIN AMERÎKAYÊ
Di sala 2018’an de Amerikayê 3 pêşengên tevgera Kurd xistibûn listeya xwe ya sor.
Sefaretxaneya Amerîkî ya li Tirkiyê bi daxuyaniyekê ev listeya bêrûmetiyê ya li hemberî Kurdan ji nû ve xist rojevê.
Siyasetvanê Başûrê Kurdistanê Dr. Mahmûd Osman helwesta Waşîngtonê weke hewldaneke vala bi navkir.
Û ji hemû kurdan xwest ku li dijî vê siyaseta Amerîkayê yekîtiya xwe pêk bînin.
6’ê Mijdara 2018’an de Wezareta Karê Derve a Amerîka, ji bo diyarkirina cihê 3 pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê banga hevkarî û sîxûriyê li Kurdan kiribû.
Piştî ji 3 salan ji vê banga bê encam, 14’ê Nîsana îsal balyozê Amerîka yê Tirkiyê ji nişka ve carek din biryara welatê xwe a li hemberî şoreşgerên Kurd xist rojevê.
Têkildarî mijarê siyasetvanê Kurd Dr. Mehmûd Osman ji Rojnews re axivî.
Mahmûd Osman anî ziman ku bi nûkirina beriya beriya 3 salan diyar bû ku di siyaseta rûveberiya nû ya Amerîkayê de li hemberî Kurdan ti guhertinên erênî pêk nehatine.
Mehmûd Osman ragihand ku her çi destekdayîna ji bo Erdogan were kirin wê bi qasî Kurdan zerarê bide Amerîkayê jî.
Siyasetvanê Kurd helwesta Amerîka ya li hemberî PDK û YNK’ê jî bi bîrxist.
Mahmûd Osman hişyarî da ku helwesta Amerîka û şerxwaziya Tirkiyê ne tenê li dijî PKK’ê ye.
Osman herî dawî anî ziman ku bi yekîtiya Kurdan wê ti şensê serkeftina van siyasetan nemîne.