Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Doza komkujiya Parîsê

 

 

Der barê Komkujiya Parîsê de dosyayek heye.

Ev dosya jî li ser îtîrafên rayedarên MÎT’ê yên di destê gerîlayên azadiya Kurdistanê de ne.

Di îtîrafên wan de detayên komkujiyê hene; bê çawa hatiye pîlankirin.

Lê tevî vê yekê jî, rayedarên Fransî lêpirsîn û lêkolîna pêwist nekirin.
8 sal derbas bûn û hê jî edalet pêk nehatiye.

ÎTÎRAFÊN SÎXURÊN MÎT’A TIRK

Tebaxa 2017’an li navça Dûkanê ya Silêmanî, gerîlayên HPG’ê “Operasyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîd Sakîne Cansiz” pêk anîn.

Bi vê operasyonê re rayedarên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel hatin girtin.

Ev rêveberên MÎT’ê serokên wê daîreyê bûn ku bi fermana Erdogan yekser bi Hakan Fîdan re dixebitîn.

20 salan li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyê bi wezîfeyên girîng rabûn û piştre li navenda MÎT’ê hatin wezîfedarkirin.

Piştî lêpirsîna 5 mehan, Pekçetîn û Gunel diyar kirin ku wan bi fermana Serokkomarê Tirk Erdogan û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan amadekariya suîkastê li dijî rêveberên PKK’ê dikirin.

Her wiha wan îtîraf kir ku komkujiya 9’ê Çileyê ya li Parîsê jî yekser bi fermana Erdogan pêk hatiye.

Erhan Pekçetîn di îtîrafa xwe de eşkere kir ku;

Komkujiya li Parîsê ji aliyê serokê daîreya faalîyetên parçekirina etnîk Uğur Kaan Ayik, Midûrê şubeya operasyonê Oguz Yuret û elemanê şubeya operasyonê Ayhan Oran ve hatiye kirin.

Yek ji rêveberê MÎT’ê Sabahattîn Asal ê ku tevî Mûhammed Dervîşoglû li ser navê heyeta dewletê tevlî hevdîtinên li Îmraliyê dibû, plana komkujiya li Parîsê ya di sala 2013’an de kiriye.

Sabahattîn Asal jî yekser bi Hakan Fîdan û Erdogan re di nava têkiliyê de ye û bi vî rengî dixebite.

Erhan Pekçetîn wekî din tîne ziman ku Omer Guney jî endamê MÎT’ê ye.

Çîroka 4 personelên MÎT’ê û kujerê ku bi fermana Erdogan û Hakan Fîdan komkujî kirin jî wiha ye:

Payeya Ûgûr Kaan Ayik, Ogûr Yuret û Sebahattîn Asal hatin bilindkirin.

Ayhan Oran ji bo neaxive ji holê hat rakirin.

Tetîkêş Omer Guney jî li nexweşxaneya Parîsê hate kuştin.

Wekî din belgeyeke ku di 14’ê Çileya 2014″an de kete çapemeniyê nîşan da fermana komkujiyê 4 rayedarên MÎT’a Tirk dane û di bin belgeyê de îmzeya wan jî heye.

Dîsa di heman demê de qeyda dengekî ku kete înternetê jî nîşan dida Omer Guney bi rayedarên MÎT’ê re komkujiyê plan dike.

Lê tevî vê yekê jî, rayedarên Fransî lêpirsîn û lêkolîna pêwist nekirin û bi mirin ango kuştina kujer Omer Guney re xwestin ser dosyayê bigrin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv