DORGIRTINA LI QADÊN GERÎLA
PIŞTÎ DEWLETA TIRK PDK’Ê JÎ ÊRIŞÎ QADÊN GERÎLA KIR
Serê sibê ji Başûrê Kurdistnaê hat ragihandin, ku PDK’ê tevî wesaîtên zirxî, kepçe û wesaîtên taybet ên ji bo çiyê veguhestine herêma Metîna.
Li rex van hêzeke zêde jî ji bo herêmê hatiye veguhestin.
Ev livûtevgera leşkerî ya PDK’ê li kamerayan jî hat qeydkirin.
Têkildarî vê livûtegerê serê sibê ji Berdevkiya Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek hat.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Hêzek dixwaze bikeve qada me ya li herêma Metîna.
Em li dijî dewleta Tirk şer dikin a dixwaze Kurdistanê dagir bike.
Em bang li van hêzan dikin, ku ji pişt ve xencerê li pişta hêzên me nexin.
Divê xwîna bira neyê rijandin.
Em ji bo vê yekê bang li tevahiya hêzan û gelê xwe dikin.
Piştî vê daxuyaniyê HPG’ê kurte agahiyeke din belav kir.
HPG’ê ragihand, ku hêzên li ser navê PDK’ê tevdigerin, êrişî kampa gerîla kirin.
Ji bo zêdetir pêşnekevin, gerîlayan ev hêz hişyar kirine.
JI HPG’Ê TÊKILDARÎ ÊRIŞA LI METÎNAYÊ DAXUYANÎ
“HÊZÊN ME TENÊ JI BO HIŞYARIYÊ ÇEND GULLE BERDANE HEWAYÊ”
Berdevkiya Navenda Ragihandinê û çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî bûyera li Metîna danê nîvro agahdariyeke din belav kir.
Di agahdariyê de wiha hat gotin:
Ji bo hişyarkirina hêzên PDK’ê yên ketin qada kampa hêzên me, hêzên me tenê ji bo hişyariyê çend gulle berdane hewayê.
Lê wesaîteke guh neda vê hişyariyê, me tespît nekir çawa derb xwariye.
Nehat zelalkirin ji ber mayînekê an jî ji ber êrişeke hewayî ev bûyer çêbûye