Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel: Deng bidin berxwedana zîndanan

 

DÎWANA HEVSEROKATIYA KONGRA GEL:
‘DENG BIDIN BERXWEDANA ZÎNDANAN’

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra Gel têkildarî berxwedana gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyaniyek da.

Kongra Gel destpêkê berxwedêrên li zîndanan, li mexmûr û Lavrîoyê di çalakiyê de ne, silav kir û ev peyam da:

Berxwedana herî bi wate û pîroz a ji bo Rêber Apo ye.

Pîvana jiyaneke azad û bi rûmet, azadiya Rêber Apo ye.

Ji bo vê armancê jî pêngava yekemîn şikestina tecrîda li Îmraliyê ye.

DÎWANA HEVSEROKATIYA KONGRA GEL:
PÊWÎST E TÊKOŞÎNA ESASÎ LI DIJÎ TECRÎDA LI ÎMRALÎ BE

Kongra Gel bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê ku îro roj li ser temamiya gelên Kurdistan û Tirkiyê tê meşandin û wiha dewam kir:

Desthilata AKP û MHP’ê ji bo faşîzmê tahkîm bike destpêkê Rêber Apo tecrîd kir.

Ji ber vê jî tekoşîna dijî faşîzmê pêwîst e li dijî tecrîda Îmraliyê be.

Ji ber lawaziya tekoşînê, girtiyên azadiyê di zindanan de ev berpirsyarî hildan li ser milên xwe.

Ger em şikandina tecrîdê tenê bi berxwedanên zindanan bixwazin, ev ne wijdanî ye û ev yek nayê qebûlkirin.

Pêwîst e gelê me li vê berpirsyariya xwe ya dîrokî xwedî derkeve.

Pêwîst e hêzên li dijî faşîzmê, li welat û derveyî welat, bibin dengê berxwedêrên girtiyên azadiyê.

Kongra Gel destnîşan kir ku şikestina tecrîda li Îmraliyê pêngava yekemîn a pêngava “dema azadiyê” ye:

Şikandina tecrîdê bi awayekî daîmî, wê bibe bingeha têkbirina faşîzmê û dagirkeriyê.

Li ser vî esasî em bang li gelê xwe dikin ku li hemû deveran bibin dengê berxwedêrên li zindanan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv