JI DÎWANA EDALETA EWRÛPAYÊ BIRYARA PKK’Ê
JI BER HIN KÊMASIYAN DOSYE VEGERAND DADGEHA JÊRÎN
Dîwana Edaleta Ewrûpayê di 15’ê mijdara 2018’an de biryara li nav lîsteya terorê bi cihkirina PKK’ê xera kiribû.
Îngilistanê li ser navê Yekitiya Ewrûpayê îtîrazê wê biryarê kir.
Li ser wê îtîrazê dadgeha bilind a Dîwana Edaletê biryara derbarê PKK’ê de nirxand.
Dadgehê derbarê naveroka dosyayê de ti biryar neda, lê belê ji ber hin kêmasî têde hene, dosya vegerand.
Parêzer Mahmut Şakar li ser biryarê axivî û got: Biryar nayê wateya, wê PKK di lîsteyê de bimîne. Lê ji dadgehê xwestiye ku sedema wan biryarên li ser mafdariya PKK’ê dane, bi awayekî berfireh veke.
Li ser vê biryarê, wê xalên ku aliyê Kurd biribûn rojeva dîwana edaletê ji nû ve werin nirxandin.