Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Divê Qedexeya li Ser PKK’ê bi Dawî Bibe

 

Emê îro beşa 2’an a nirxandina Gisela Penteker bînin ser ekranên we.
Gisela Penteker Rêvebera Yekîtiya Doktorên Navneteweyî ya ji bo pêşîgirtina li şerê Nukleerê ye.
Di heqê azadiya Rêber Apo de got: Bêyî Ocalan çareserî nabe.

“DIVÊ QEDEXEYA LI SER PKK’Ê BI DAWÎ BIBE”
GISELA PENTEKER: ZEXTA CIVAKA NAVNETEWEYÎ WÊ ENCAMÊ BÎNE.

Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK di sala 44’an a têkoşînê de ye.,

Li cîhanê jî mirovahiya pêşverû ji her demê zêdetir li dora PKK’ê dicivin.

Dixwazin êdî hêzên cîhanî dawî li neheqiya li PKK’ê dikin, bînin.

Qedexeya li ser PKK’ê rakin û wê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî derxin.

Rêvebera Yekîtiya doktorên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê IPPNW Gisela Penteker dilsozeke têkoşîna azadiya gelê kurd e.

Rêvebera IPPNW’ê Gisela Penteker neheqiya li gelê kurd tê kirin nirxand.

Penteker bibrxist ku li cîhanê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinîn qedexekirî kampanya tê birêvebirin û wiha got:

Em weke yekîtiya doktoran IPPNW endamên vê kampanyayê ne.

Li Belçîkayê dîwana edaletê ji xwe qirar da ku PKK ne terorîst e.

Belkî hikûmeta me, hikûmeta Alman jî hinek bi cesaret tevbigere.

Zêde hêviya min nîn e lê lazim e em têkoşîna xwe dewam bikin.

Bila ev bangawaziya min a ji bo hikûmeta nû be jî.

Em ê jî di her platformê de vê rastiyê li rûyê hikûmeta nû bixin.

RÊVEBERA IPPNW’Ê GISELA PENTEKER:
BI BERDANA DEMÎRTAŞ WÊ ÇI BIBE NIZANIM LÊ BÊYÎ OCALAN ÇARESERÎ NABE.

Di heqê pergala tecrîdê de jî Gisela Penteker destnîşan kir ku ev bi ti awayî nayê qebûlkirin û got:

Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e.

Li aliyê din tu yê hem rabî pê re muzakere bikî û hem jî di tecrîdê de bihêlî.

Ev nayê qebûlkirin, herkes dizane ku Ocalan ji bo kurdan çiqas girîng e.

Divê bizanibin ku kurd bêyî wî qirar nadin.

Ez nizanim bi berdana Demîrtaş û yên din wê proses çawa bibe, lê bêyî Ocalan teqez ti tiştek bi pêş nakeve.

Li vê derê tişta girîng ew ku divê were dîtin; Ocalan li zindanê ye lê li derve dikare çi bide kirin?

Gisela Penteker xwest zexta li ser hêzên navnetewî di warê azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê were mezinkirin.

Civata navnetewî bi zexta xwe dikare encamê bi dest bixe.

Yan na dewlet xwedan berjewendî ne. Ji ber wê jî dîplomasî gelekî girîng e.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv