DIVÊ PDK BERSIVA VÊ PIRSÊ BIDE
ÇI KARÊ DEWLETA TIRK LI XELÎFANÊ HEYE?
Xelîfan qadeke li herêma Soran a Başûrê Kurdistanê ye.
Bi çend kîlometreyan li rojavayê wê, bajarê çiyayî Rewanduz heye.
Ew qada ku dikeve başûrrovayê herêma Bradost, li navbera Diyana û Herîrê ye û çar aliyên wê çiya ne.
Ev qada ku Geliyê Elî Begê jî dorpêç dike, 100 salên dawî ji gelek berxwedanên mezin re şahidî kir.
Xelîfanê hertim ji bo têkoşerên Kurd himbêza xwe vekiriye.
Berdevkê PDK’ê çend roj berê dema ku bersiv da daxuyaniya HPG’ê wiha gotibû;
“Endamên PKK’ê li herêma Xelîfanê çi dikin, çi karê wan li wir heye?”
PDK’ê bi vî rengî bersiv da bû daxuyaniya HPG’ê ya li ser koma 7 gerîlayan, ku dema hewl didan ji Ava Zê an go Zapê derbas bikin ji aliyê hêzên PDK’ê ve dikevin kemînê.
Li heman herêmê dawiya tîrmehê PDK’ê êriş bir ser komeke gerîla ya ji 3 kesî û aqûbeta wan hîn jî nediyar e.
Gerîlayên azadiya Kurdistanê ku li dijî êrişên qirker li ber xwe didin, mafê xwe ye ku li her bihosta welêt be.
Ji maf zêdetir ji bo gerîla ev erkek e.
Baş e ji bo hêzên faşîst ên qirker divê çi bê gotin?
Çi karê wan li vê herêmê heye? Li vir çi dikin?
PDK a ku ji bo gerîlayan dibêje ‘Çi karê wan heye?’
gelo dikare bersiva van pirsan jî bide?
Hemû kes baş dizane bi salan e ku eskerên Tirk li Xelîfanê hene û ev yek jî ji bo PDK’ê ne pirsgirêk e.
Û ne xema wan e ku gerîlayên PKK’ê li vê derê bixin kemînê.
Ji bo mijar baştir bê fêhmkirin, hêja ye ku mirov balê bikişîne ser hebûna hêzeke cuda ya li herêmê.
Li Herîrê ku tenê bi çend kîlometreyan li başûrrojavayê Xelîfanê ye, baregeha hewayî ya DYA’yê heye.
Ev baregeha ku sala 2003’an ava bû, yek ji du baregehên stratejîk ên Amerîkayê yên li nava sînorên dewleta Iraqê ye.
Her wiha niha weke navenda operasyonê tê bikaranîn.
Ji ber taybetmendiyên xwe yên stratejîk hêzên herêmî û NATO li vir bi cîh bûne.
Divê mirov ji PDKê herwiha bipirsa ka çi karê wan li wir heye?