Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: Divê banga diyalogê bê bersiv nemîne

 

FEHÎM IŞIK / WELAT
DIVÊ BANGA DIYALOGÊ BÊ BERSIV NEMÎNE

Li Başûr alozî her diçe mezin dibe. Di 5’ê hezîranê de li Metînayê 5 pêşmergeyên PDK’ê piştî teqîna seyareya ku tê de ne, jiyana xwe ji dest dan. Di destpêkê de çapemeniya bi ser PDK’ê jî tê de di hemû çapemeniya kurd de hate îlankirin ku ev seyare ji alî balafirên şer a dewleta tirk ve hatiye hedefgirtin. Lê piştî Serbest Lezgînê Cîgirê Wezîrê Pêşmergeyê beyan da, bi taybet di çapemeniya PDK’ê de agahî û ziman di cih de guherîn. Ev car îdîa kirin ku pêşmerge ji alî PKK’ê ve hatine hedef girtin.

Piştre navenda ragihandinê ya HPG’ê jî beyanek belav kir û îdîayan red kir. Bûyer di demeke kurt de zelal bû. Pêşmerge ne di şerekî de, lê di teqînek din de yan jî di bomberana balafirên şer ên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane.

Derheqê vê bûyerê de Fermandarê HPG’ê Murat Karayilan jî axivî û 5 pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dane, wekî şehîd îlan kir.

Murat Karayilan di televîzyona Stêrkê de meseleyê bi vî awayî zelal kir:
“Me li van însanan nexistiye. Tam di wî demî de bûyerek wisa em guman dikin ku wekî planek be, provokasyonek be. (…) Ez vê jî bibêjim. Ew kesana bê guneh in. Me fêm kir ku pirî ji wan nizanin diçin ku derê jî. Bêguman însanên bêguneh in, jiyana xwe ji dest dane û şehîd in. Ez ji bo malbatê wan, ji bo mirovên wan sersaxiyê dixwazim. Ji bo hemû birîndaran dibêjim, derbasbûyî be. Ev bûyer me jî xemgîn kir.”

Ji bo mesele bi zelalî were zanîn, kurd divê ji hest û helwesta dewleta tirk jî agahdar bin.

Tiştên diqewimin girîng in. Xemgîniya 5 peşmergeyan li alîkî dibe ku kurd xemginî û xeteriyên mezintir jî bijîn. Ji bo pêşî li xemgînî û xeteriyan were girtin pêwîstî bi diyaloga navxweyî heye.

Murat Karayilan ji bo vê yekê jî diaxive. Bang li hemû aliyên kurdan û dostê kurdan dike ku ji bo şerek navxweyî dernekeve helwest bigirin. Ev bang girîng e û divê hemû aliyên eleqadar vê banga bê bersiv nehêlin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv