DIRÛTIYA HÊZÊN CÎHANÎ
TEVGERA DERIYÊ DI BIN KONTROLA TIRKIYÊ Û EL QAÎDÊ SALEK DIN DIRÊJ KIRIN
Hêzên cîhanê bi taybet, Rûsya û Emerîka ku bi salan çavên xwe li binpêkirina dewleta Tirk û komên wê yên çete digrin, di mijara alîkariyên mirovî de jî dirûtiyê dikin..
Rûsya bi zextan hewl dide Rêveberiya Xweser bixe bin kontrola rêjîma Şamê..
Emerîka jî di bin navê hevalbendiya NATO de li hemberî êrişên dewleta Tirk û birîna avê li ser mîlyonan kesî bê deng dimîne..
Herî dawî ev herdû dewlet di mijara vekirina deriyên sînor de lihev kirin..
Lê ev lihvekirina wan li gorî berjewendiyên dewleta Tirk û çeteyên El Nûsrayê pêk hat..
Bi salane tevî bang û hişyariyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî deriyê sînor ê Til Koçer ji bo alîkariyên mirovî nayê vekirin..
Rusya ya di vî alî de astengiya herî mezin e, ji bo deriyê sînor Bab El Hawa yê di navbera Idlib û Tirkiyê de siyasetek cûda birêve dibe..
Tevî ku ev derî di bin kontrola çeteyan de ye jî di encama lihevkirina Rûsya û Emerîkayê de wê heta saleke din vekirî bimîne..
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ev yek erê kir.