Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dîmenê îmhakirina çepera madeyên kîmyewî ya dagirkeran hate weşandin

 

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand ku 11’ê Îlonê hate lidarxistin û di encamê de 6 dagirker hatin kuştin û madeyên kîmyewî yên li çeperê hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

11’ê Îlonê saet di 08:30’î de li dijî çepereke dijmin ku 6 dagirker tê de bûn û bi gazên kîmyewî û teqemeniyan êriş dibir ser qada berxwedanê ya Werxelê, hêzên me yên YJA Starê çalakî li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û çeper tevî madeyên kîmyewî yên tê de bi temamî hate îmhakirin. Hêzên me yên YJA Starê ji bo silavkirina berxwedêrên Girê Sor û Werxelê ev çalakî pêk anîn. Piştî vê çalakiya serketî, artêşa Tirk a dagirker saet di 09:00 de kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê bir.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv