DIJMINAHIYA TALÎBANÊ LI JINAN
TALÎBANÊ LÎSTIKVANA VOLEYBOLÊ YA JIN QETIL KIR
Piştî desthilatdariya Talîbanê ya Afganîstê rewşa jinan a li welat ket rojevê.
Hêzên Talîbanê ku 20 salan Afganîstan ji jinan re kir dojeh, piştî 15’ê Tebaxê bi ketina Kabîlê cardin bû kabûsa jina ya herî mezin.
Hat diyarkirin ku Talîbanê meha borî lîstikvanek tîma voleybolê ya jinan a Afganîstanê kuştiye.
Tê diyarkirin ku lîstikvanên din ên tîmê ji bo ewlehiya xwe, xwe vedişêrin.