Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di salvegera êrişa li dijî Efrînê de êrişa DAIŞ’ê

 

DI SALVEGERA ÊRIŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ DE ÊRIŞA DAIŞ’Ê
DAIŞ’Ê ÊRIŞÎ GIRTÎGEHA XIWÊRAN A HESEKÊ Û DEWLETA TIRK JÎ ÊRIŞÎ ŞEHBA Û GUNDÊN EFRÎNÊ KIR

Li Hesekê, şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Xiwêran a li Hesekê kirin, ku 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên ji welatên cûda lê tên ragirtin.

Çeteyan bi vê êrişa xwe xwestin, çeteyên din ên girtî birevînin.

QSD’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku li ser destwerdena şervanan ev êrişa DAIŞ’ê hatiye têkbirin.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê şaneyên DAIŞ’ê piştî têkçûyîna êrişê, 3 tankerên sotemeniyê yên li zîvroneka Basilê teqandine.

Li ser destwerdana şervanên QSD’ê şer qewimî.

QSD’ê diyar kir, ku ew ê encamên bûyerê paşê bi raya giştî re parve bikin.

Çavkaniyên li herêmê jî ragihandin, ku çeteyên DAIŞ’ê yên êriş kirine sivîlan weke mertal bi kar tînin û heta niha hejmarek sivîl jî hatine kuştin.

Her wiha li gorî agahiyan, heta niha 13 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û 12 çete jî hatine girtin.

Wêneyê li ser ekranên we jî yê 2 çeteyên DAIŞ’ê ne, ku ji aliyê QSD’ê ve hatine girtin.

Li Rojavayê Kurdistanê, doh salvegera 4’an a êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Efrînê bû.

Dagirkeriya Tirk beriya êrişa DAIŞ’ê, gundewarên navçeyên Efrînê Şera û Şêrawa, gund û navçeyên Şehbayê tevahiya rojê topbaran kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê jî bi şev êrişî girtîgeha Xiwêran a li Hesekê kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv