Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di salvegera darvekirina Denîz, Huseyîn û Yusuf gelek partî û saziyên Kurd peyama xurtkirina têkoşîna wan dan

 

SALVEGERA DARVEKIRINA DENÎZ, HUSEYÎN Û YUSUF
DBP, HDP, HDK Û GELEK SAZIYAN PEYAMA XURTKIRINA TÊKOŞÎNA WAN DAN

Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di salên 70’î de bi têkoşîna xwe bûbûn sembola Ciwanên Şoreşger ên Tirkiyê.

Ji ber têkoşîna şoreşgerî di 6’ê gulana 1972’an de hatin dardekirin.

Denîz, Yûsûf û Huseyîn li ber rêveberiya faşîst serî netewand.

Denîz Gezmîş dema dardekirinê silogana “Bijî biratiya gelê Tirk û Kurd” qîriya.

Bi wesîleya salvegerê, Denîz, Huseyîn û Yusuf bi çalakî û daxuyaniyan hatin bi bîr anîn.

DBP’ê bi daxuyaniyekê Denîz, Huseyîn û Yusuf bi bîr anîn û diyar kir ku ewê têkoşîna demokrasî û azadiyê xurt bikin.

HDP’ê jî her 3 şoreşger bi bîr anîn û anî ziman ku rêveberiya demê ya Tirkiyê, di şexsê Denîz, Huseyîn û Yusuf de, xwest têkoşîna gelan a wekhevî, azadî û şoreşê tine bike.

HDP got: Kesên ew şoreşger darde kirin, di nava şermeke mezin de dijîn. Lê belê Şoreşger wekî doh, îro jî bi serbilindî meşa azadiyê didomînin.

Kongreya Demokratîk a Gelan HDK û gelek partî, rêxistin û saziyên şoreşger û demokratîk bi daxuyaniyên cûda Denîz, Huseyîn û Yusuf bi bîr anîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv