Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di salvegera 4’an a Êrişa li Dijî Efrînê Topbaran

 

DI SALVEGERA 4’AN A ÊRIŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ DE TOPBARAN
GUNDEWARÊN ŞEHBA, ŞERA Û ŞÊRAWA HATIN TOPBARANKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana pêşî li dijî gundê Dêr Cimêlê pêk anîn, ku Efrîniyan li wir meşeke mezin li dar dixistin.

Ji ber topa hatî avêtin 25 metroyan dûrî girseyê ket tiştek bi kesî nehat.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê wekî din gelek gundên Şehba, Şera û Şêrawa bombe kirin.

Nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku gundên Aqîbê, Soxanekê, Ziyaretê, Kefer Anton, Malikiyê, Şiwarxê, Kela Şiwarxê, Merenazê, Elqemiyê yên navçeyên Efrînê Şera û Şêrawa demeke dirêj hatin topbarakirin.

Her wiha gundên Eyn Deqnê, Belûniyê yên Şehbayê û navçeya Til Rifatê hatin topbarankirin.

Têkildarî encamên vê topbaranê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv