Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di rojnameya L’Humanite de ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin 04.04.2021

 

“JI OCALAN RE AZADΔ
DI ROJNAMEYA L’HUMANITE DE JI BO AZADIYA RÊBER APO BANG KIRIN

Kampanyayên ji bo azadiya Rêber Apo di asta cîhanî de berfireh dibin.

Her roja derbas dibe bi bangeke nû ya ji bo azadiyê ev daxwaz zêdetir dikeve rojeva raya giştî ya cîhanê jî.

Di 4’ê Nîsanê de ango roja rojbûna Rêber Apo de di rojnameya fransî L’Humanîteyê de ji bo azadiya Rêber Apo bangek hat kirin.

Bi dehan keseyatên ji disîplînên cuda îmzeya xwe danîn bin heman metnê.

Siyasetmedar Jon Luk Mêlonşon, civaknas Maykil Lovî, filozof Noam Chomsky, dîrektorê rojnama L’Humanîteyê Patrick Le Yarîk jî di nav de bi dehan kes bangeke vekirî dikin û dibêjin;

Destekê bidin banga me ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û aştiya Tirkiye û Rohilata Navîn.

Di metna hevpar de îşaret bi rewşa kaotîk a li Tirkiye û Rojhilata Navîn tê kirin û wiha dewam dike:

Rewşa her roja derbas dibe ji kontrolê derdikeve.

Qurbanê yekem a vê rewşê ku êriş lê tê kirin jî gelê kurd e.

Li gel ku Kurdan DAIŞ têk bir û li bakurê Sûriyê civakeke nû ava dikin jî hemû dinya li helberî êrişên dewleta tirk û milîsên wê yên cîhadîst bêdeng ma.

Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku di navbera 2013-2015’an de proseyeke di navbera Rêber Apo û hikûmeta Tirk de hebû lê Erdogan ev prose sekinand, li xwîn û şîdetê vegeriya.

Metna hevpar bi daxwaza bidawînanîna vê proseya bixwîn û şîdet dewam dike û dibêje:

Dem ew demeke proseyeke nû ya aştiyê dest pê bike.

Ji bo vê jî destpêkê dibê dawî li girtîbûna 22 salan a Abdullah Ocalan were da ku bikaribe bi rola xwe rabe.

Di dawiya metnê de jî bang li hemû siyasetmedaran, li saziyên civaka sivîl û li raya giştî a cîhanê tê kirin ku demildet ji bo vê bikevin nava hewldanê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv