Li Frankfûrtê ya Elmanayê ji bo Heftiya Mafê Mirovan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî hate xwestin.

Aktivîsên Kurd ên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Franfûrtê Firat Vural û Mazlûm Ihlamûr tevlî pîrozbahiya Noelê ya li Hauptwachê bûn û bi çalakiyekê bal kişandin ser azadiya Abdullah Ocalan.

Aktivîstan kostûmê Nolê Bav li xwe kirine û di pîrozbahiyê de ji gel re behsa Rêber Apo kirin.

Aktivîstan danezanên bi naveroka tecrîda girankirî ya ku ev 23 sal in li Imraliyê li ser Rêber Apo tê danîn, belav kirin.