PERGALA ÎŞKENCE Û TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ
DI VÊ PERGALÊ DE BERPIRSYARIYA AMERÎKA Û YEKÎTIYA EWRÛPAYÊ JÎ HEYE
Rêber Apo ev 22 sal in li Îmraliyê di tecrîdê de ye.
Gelek aliyên xwedî wijdan û hêzên demokrasiyê destnîşan dikin ku polîtîkaya tecrîdê ji Îmraliyê belavî ser hemû civakê hatiye kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û parêzerên Komela Hiqûqnasên Azadîxwaz gelek caran der barê vê pergalê de bi raporan civak serwext kirine.
Ji Parêzerên Rêber Apo Serbay Koklu ji rojnama Yenî Yaşamê re der barê mijarê de axivî.
Serbay Koklu bal kişand ser rola hêzên weke Amerîka û Ewrûpayê û got:
Amerîka û Yekitiya Ewrûpayê jî, ji domandina vê pergalê berpirs in.
Serbay Koklu destnîşan kir ku ji bo dawî li vê pergalê were, divê CPT û Dadgeha Mafê Mirovan zextê bikin.
Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Ekîn Yeter jî, diyar kir ku di hiqûqa navnetewî de, tecrîd weke îşkenceyê tê pênaskirin û got:
Pergala tecrîdê ku li Îmraliyê dest pê kir îro li ser tevahiya civakê hatiye belavkirin û ev peyam da:
Li zîndanan ji bo ev tecrîd bi dawî bibe çalakiya greva birçîbûnê dewam dike.
Daxwazên çalakgeran rewa ne.
Divê ev daxwaz tavilê werin bicihanîn.