Duh bişev li navenda bajarê Silêmaniyê di navbera dû hêzên taybet ên leşekrî de şer çêbû. Gorî agahiyên destpêkê çekdarek hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Duh derengiya şevê li nêzî Kolana Salim ya li navenda bajarê Silêmaniyê, di navbera hêzên Altûn û Komando ên leşkerî de şer çêbû.
Her dû hêz jî girêdayî cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cehferin. Li gorî agahiyan di encama şer de, çekdarek hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Derbarê şer û pevçûnên duh bi şev de, heya niha daxuyaniyek fermî nehatiye belavkirin.