SAZIYA LÛTKE YA KAR Û BARÊN PENABERAN
DI NAVA 6 MEHAN DE 26 HEZAR Û 772 KES JI WELAT DERKETIN
Li gorî daneyên Saziya Lûtke ya ji bo Kar û Barê Penaberan, di nava 6 salên borî de ji Iraqê zêdetirî 650 hezar welatiyan berê xwe dane welatên Ewrupayê. Ji vê hejmarê nêzî sedî 70’ê jî Kurdin.
Heman saziyê ragihand ku tenê di nava 6 mehên dawî yên sala 2021’an de 26 hezar û 772 welatiyên Iraqê bi awayek ne yasayî ji welat derketine. Zêdetirî van kesan jî Kurdin.
Li gorî daneyên heman saziyê heya niha 430 welatiyên ku berê xwe dan Ewrupayê, di rêde jiyana xwe ji dest dane.
Heman çavkaniyê ragihand ku ji sala 2015 heya niha, hejmara penaberên wenda bûne jî, 173 ye û heya niha jî çarenûsa wan nayê zanîn.
Serokê Saziya Lûtke ya ji bo Kar û Barê Penaberan Arî Celal li ser mijarê axivî.
Arî got ku ji ber rewşa xirab ya Herêma Kurdistan, bêkarî, nebûna xizmet û netayînnekirina xwendevanan welatî berê xwe didin dervey welat.
Arî di dewamê de diyarkir ku heya rewşa li Herêma Kurdistanê bi vî awayî be, pêşî li penaberiê wê neyê girtin.