Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di nava 12 rojan de 8 sivîl li Efrînê hatin kuştin

 

TORA ÇALAKGERÊN EFRÎNÊ ÊN HIQUQNAS
‘DI NAVA 12 ROJAN DE 8 SIVÎL LI EFRÎNÊ HATIN KUŞTIN’

Tora Çalakgerên Efrînê rapora rêzesûcên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên di navbera 7 û 19’ê Hezîranê de weşand.

Di nava 12 rojan de 2 jê zarok, 3 jê jin bi giştî 8 şêniyên Efrînê hatine kuştin.

Her wiha tevî 2 zarok û 3 îxtiyaran 22 sivîl jî hatine revandin û jinek jî birine girtîgehek Tirkiye yê.

Li gorî raporê Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrîn û gundewarên wê îşkence li 4 sivîlan kirin.

Li alîkî din Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya Heyva Sor a Qeterê û komeleya Şam El-Xeyriyê ya ser bi Îxwan El-Musilmîn sûcên guhertina Demografiyayê didomînin.

Xebatê avakirina gund û navendên bicihkirina malbatên çeteyan li gundên Kefersefra û Hec Hesna ên Cindirêsê û li gundê Çeqela yê navçeya Şiyê berdewam in.

Tora Çalakvanên Efrînê berê diyar kir ku ji ber dezgehên çapemeniyê nikarin derbasî deverên dagirkirî bibin, hemû sûcên dewleta tirk nikarin belge bikin.

RÊZESÛCÊN DEWLETA TIRK ÊN LI EFRÎNÊ
JI GUNDÊN CINDIRÊSÊ 3 KES HATIN REVANDIN

Piştî rapor hate weşandin jî 3 şêniyên Efrînê ji gundên navçeya Cindirêsê ji aliyê îstixbarata dewleta tirk ve hatin revandin.

Di 18’ê Hezîranê de ji gundê Axcelê ya navçeya Cindirêsê Hemdan Hisên ê 56 salî û kurê wî Mistefa Hemdan ê 30 salî piştî îşkenceyê birin deverek ne diyar.

Di 17’ê Hezîranê de jî ji gundê Çeqla Cûmê ya Cindirêsê ciwanê bi navê Sibhî Cemîl Soranî revandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv