Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di nav refên PKK’ê de hezar şehîdên Başûrê Kurdistanê

Di nav refên gerîlayên azadiyê de, bi hezaran gerîlayên ji her çar parçeyên Kurdistanê şehîd bûne, ev yek jî gotinên hinek rayedarên Başûr ên weke ‘PKK partiyek Bakurê Kurdistanê ye’ vale derdixe. Tenê ji Başûrê Kurdistanê nêzî hezar ciwan di nav refên gerîla de, ji bo Kurdistanek azad şehîd bûne.

Berovajiyê daxuyaniyên PDK’ê û Barzanî yên ku dibêjin, ‘PKK partiyek ya Bakurê Kurdistanê  ye’ ev 40 sal in PKK li Başûrê Kurdistanê têkoşîna xwe dimeşîne, ji Zaxo bigre heya Xaneqînê 997 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê di nava refên gerîla de ji bo rizgariya xaka Kurdistanê şehîd ketine. Ev jî rastiya wê yekê diyar dike ku PKK partiyek Kurdistaniye û li hemû parçên Kurdistanê têkoşîn dimeşîne.

Di çarçoveya siyaseta xwe ya şerxwaz de Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û rayedarên din ên PDK’ê gelek caran di daxuyaniyên xwe de propaganda wê yekê dikin ku ‘PKK partiyek ya Bakurê Kurdistanê ye’ û Başûrê Kurdistanê ji meydana xebatê ya gerîla re rewa nabînin. Her wiha diyar dikin ku PKK metirsiyê dixe ser Başûrê Kurdistanê. Lê dema mirov li têkoşîn û dîroka PKK’ê dinêre, tê dîtin ku bi sedan ciwanên Başûr di nava refên gerîla de cih girtine û şehîd ketine. Ev jî diyar dike ku PKK partiyeke li hemû parçên Kurdistanê têkoşîn dimeşîne û van îdîayên PDK’ê vala derdixe.

Em ê di vê dosyayê de balê bikşînin ser rol û qehremaniya ciwanên têkoşer ên Başûr ku di nava refên gerîla de ji bo doza rewa ya gelê Kurd a li her çar parçên Kurdistanê têkoşîn kirine û şehîd ketine.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) piştî 28 sal di ser bêdengkirina serhildanên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê re derbasbûn, di 27’ê Mijdara sala 1978’an de wek partiyek siyasî û civakî hate damezrandin û li her çar parçên Kurdistanê dest bi xebatê kir.

Di pirtûka ‘Dîrokek ji agir’ de tê gotin; “Ji ber siyaseta qirkirin û faşîzmê ya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd, PKK’ê biryar da dest bi şerê çekdarî bike. Divê çarçoveyê de ji sala 1980 ta sala 1984’an komek gerîla dibin fermandariya Mahsum Korkmaz bi nasnav Egîd de li sinorê Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê xebat dimeşînin û ciwan û welatiyên Kurd ên welatparêz birêxistin dikin. Di van salan de bi dehan welatparêz peywendiya wan li gel PKK’ê çêdibe û tevlî têkoşînê dibin.”

Li gorî zanyariyên dîrokî, li Başûrê Kurdistanê yekem welatparêzê ku bi rêya koma fermandar Egîd peywendiya xwe li gel PKK’ê çêdike, Şehîd Sadiq Omer e. Xelkê Zaxo ye û piştre di sala 1991’an de li herêma Behdînan ji aliyê PDK’ê ve tê qetilkirin. Di wan salan de şehîd Sadiq Omer di warê manewî de alîkariyek mezin bi gerîla re dike ji bo destpêkirina xebata çekdarî.

Di 15’ê Tebaxa sala 1984’an de dibin fermandariya Mahsum Korkmaz (Egîd) de yekem çalakiya leşkerî li dijî artêşa Tirk bi awayek serkeftî tê kirin.

Destpêkirina şerê çekdarî dibe çirûska şoreşek mezin ji bo gelê Kurd li her çar parçên Kurdistanê. Di dawiya salên 80’an û destpêka salên 1990’an de gel bi serhildanên girseyî pêşwaziyê ji vê şoreşa dîrokî re dike. Êdî gerîla û gel digihin hev.

Ne tenê ji nava welat tevlî refên gerîla dibin, gelek ciwanên Kurd ji dervey welat jî berê xwe didin Kurdistanê û tevlî şoreşê dibin. Şehîd Dixtor Sîrwan wek yekem ciwanê Başûrê Kurdistanê ji Danîmarkayê di sala 1989’an de berê xwe dide Akademiya Mahsum Korkmaz a li Lubnanê û li wir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibîne, li vir dewreyek perwerdeyê dibîne. Piştre jî berê xwe dide Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê tevlî refên gerîla dibe û li dijî dewleta Tirk şer dike.

Piştî destpêkirina şerê Kendavê li ser daxwaza Rêber Ocalan diçe Başûrê Kurdistanê û tevlî raperîna Zaxo û Heftenînê dibe.

Yekem gruba ji Başûr tevlî refên gerîla bû

Piştî ku PKK dest bi şerê çekdarî dike, hîn zêdetir di nava gel de tê naskirin. Di vê demê de bi dehan ciwan ji Başûrê Kurdistanê peywendî li gel gerîla didaynin. Piştre di sala 1988’an de yekem gruba ciwanên Başûr ku ji heşt kesan pêkdihat, dibin pêşengtiya şehîd Zêrevan û Şehîd Cotkar de berê xwe didin çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla dibin.

Beşdarbûna ciwanên Başûr a nava refên gerîla di çend qonaxên cûda de:

Di sala 1991 ta 1993’an tevlîbûnek zêde ya ciwanên Başûr ji bo nava refên gerîla çêdibe. Tevlîbana van ciwanan jî zêdetir ji avakirina Partiya Azadî ya Kurdistanê bandor dibin ku Şehîd Sîrwan yek ji damezrênerên partiyê bû. Şehîd Sîrwan di nava bajarên Başûrê Kurdistanê de xebatên rêxistinî û gel dimeşand.

Pêla duwem a tevlîbûna ciwanan di navbera salên 1996 ta 1997’an çêdibe. Ev jî bandora xwe ji avakirina Rêxistina Yekîtiya Netewi ya Demokratîk a Kurdistanê digre, ku Şehîd Sîrwan sekreterê wê rêxistinê bû.

Di sala 1999’an de piştî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd li her çar parçên Kurdistanê wek bersivdanek li dijî komployê gelek çalakiyên mezin û bandor lidardixin. Bi dehan ciwanên Başûr jî li dijî vê komployê tevlî nav refên gerîla dibin.

Piştî rûxîna rejima Baas a sala 2003’an di nava gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê de hestên azadiyê û rûhê netewî gihiştibû lûtkeyê. Ji bona wê bi rûhê yekparçeyiya Kurdistanê gelek ciwanan berê xwe dan çiyayên azad û cihê xwe di nava refên gerîla de girtin.

Di navbera salên 2013-2016’an de piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrişê ser Başûrê Kurdistanê kirin û gerîla ji bo parastinê bi hewara gelê Başûr de hat, gelek ciwanên Başûr ji vê têkoşîna gerîla bibandor dibin û kom bi kom berê xwe didin çiyayên azad û dibin beşek ji têkoşînê.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê sinorên bidest hatîn çêkirin şikandin û di jêr fikra PKK’ê de li her çar parçên Kurdistanê li kuderê metirsî li ser Kurdan hebe bi ruh û xwîna xwe li dij rawestiyan.

Şehîdên Başûr ên di nava refên gerîla de:

Çalakiya Robarok

Di 29’ê Cotmeha sala 1992’an de çend komek gerîla li bajaroka Robarok a girêdayî Colemêrgê li dijî baregehek mezin a leşkerên Tirk çalakiyek bibandor lidardixin. Di vê çalakiyê de komek gerîlayên ji Başûrê Kurdistanê cihê xwe digrin. Di çalakiyê de gerîlayên ji Başûr rolek sereke dilîzin. Di encama çalakiyê de baregeha leşkerî bi temamî tê rûxandin û gelek leşkerên Tirk têne kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên gerîla di vegerê de dikevin kemîna dijmin, piştî şerek dijwar li gel dagirkerên Tirk, çend gerîlayek şehîd dikevin. Di nava gerîlayên şehîd de 5 ji wan xelkê Başûrê Kurdistanê bûn. Navên wan jî wihabûn; Heval Qehreman, Xemgîn Hacîawa, Rêbaz Çiwarqurne, Ararat Kerkûk, Emîn Hacîawa. Ev jî dibin yekem karwanên şehîdên Başûr ên di nava refên gerîla de.

Piştî salên 1990’an PDK li sinorê Hewlêr û Behdînan li dijî kadroyên PKK’ê û welatparêzan dest bi pêngavek ya qetilkirin û girtinê dike. Di encamê de bi dehan têkoşer û kesên welatparêz ên wek ; Sadiq Omer, Şehîd Cengî, Reuf Akreyî, Şehîd Bîlal û gelek kesayetên welatparêz û pêşeng tên qetilkirin.

Şehîdxistina Dixtor Sîrwan

Di 31’ê Tebaxa sala 1996’an dema ku YNK ji nava bajar û navçeyan derketibû û li ser sinorê Îran û Iraqê bicih bibû, Dixtor Sîrwan û hevalên xwe jî li Çemê Rezan bicih dibin. Çekdarên PDK’ê ji çar aliyan ve dor li wan digrin, roja 4’ê Cotmeha sala 1996’an Dixtor Sîrwan û çar hevalên xwe yên bi navê, Hacî Qamişloyî, Baban, Diyar Mêrdînî û Egîd Kelarî şehîd dikevin.

Şehîd Dixtor Sîrwan yek ji pêşengên diyar ên Başûrê Kurdistanê bû ku tevayî têkoşîna xwe ji bo yekrêziya gelê Kurd dabû. Rêber Ocalan têkildarî Dixtor Sîrwan dibêje; “Dixtor Sîrwan Heqî Karer ê Başûrê Kurdistanê ye.”

Li gorî bîlançoya fermî ya Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê, ji sala 1985’an ta îro li Başûrê Kurdistanê ji Zaxo ta digihe Xaneqînê 997 ciwanên Başûrê Kurdistanê di nava refên gerîla de ji bo yek parçeyiya Kurdistanê şer kirine û şehîd bûne. Ji vê hejmarê bi dehan gerîlayên ji Başûr di dema şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li Başûr de şehîd ketine.

Ji bilî van şehîdan hîna bi hezaran kesên ji Başûrê Kurdistanê di nava refên gerîla û rêxistinên PKK’ê de têkoşîn dikin. Ev jî belgeyeke piştrastkiriye ji bo redkirina îdîa û propaganda PDK’ê û Barzanî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv