Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di konferansa Partiya Karkeran a Îngilîstanê de beşdar dewa azadiya Rêber Apo kirin

 

KONFERANSA PARTIYA KARKERAN A ÎNGILISTANÊ
DI KONFERANSÊ DE BEŞDAR DEWA AZADIYA RÊBER APO KIRIN

Partiya Karkeran ku li Îngilistanê partiya mezin a mixalefetê ye, konferansa xwe ya salane li bajarê Brîghton li dar dixe.

Sendîkayên li Îngilistanê kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ev demekî dirêj e didomînin.

Nûnerên sendîkayan di konferansa partiya karkeran de jî banga xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo nû kir.

Hevserokê Kampanya Ji Ocalan re Azadî Sîmon Dûbbîns civîn bi rê ve bir.

Weke axaftinvan jî Baroness Chrîstîne Blowers,

Wekîl û Serokê Koma Dostaniya Kurd a Têkilhev ya Parlementoyê Lloyd Rûssell Moyle,

Wekîlê Sînn Feînê Chrîs Hazard, Hevseroka Meclîsa Gel ya Brîtanya Elîf Sarican û Wekîlê HDP’ê Hişyar Ozsoy, tevli konferansê bûn.

Di axaftinan de pêkanînên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd hatin nirxandin.

Beşdaran destnîşan kir ku heta Rêber Apo azad nebe, li Tirkiye û herêmê, aştî, demokrasî û azadî pêk nayê.

Sîmon Dûbbîns û Chrîstîne Blowers diyar kirin ku ewê di dema nû de xebatên pratîk ên di çarçova kampanyayê de xurt bikin û piştevaniya xwe ya bi gelê kurd re bidomînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv