LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
DI ÊRÎŞÊN BALEFIRÊN ŞER DE LI BINARÊ QENDÎLÊ 4 KES BIRÎNDAR BÛN
Ev dîmenên li ser ekranên we yên gundên Sînemok û Sergenêl yên Binarê Qendîlê ne.
Şeva 7’ê Îlonê de di hedefa balefiran de ev her du gund hebun.
Di encama bombebaranê de 4 kesên bi navê Awat, Kakesûr, Uzêr û Mam Ebdullah birîndar bûn.
Her wiha 3 xanî rûxan û bi dehan sewal jî mirin.
Welatiyê bi navê Mihemed Xidir diyar kir ku ziyan li tevahiya malên din jî bûye û pencerên malan şikestî ne.
Ziyan li bax û rezên şêniyên gund jî bûne.