Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di êrişa çeteyên Dîfa El Watanî de zarokekî jiyana xwe ji dest da

 

ÇEKDARÊN DÎFA EL WETANÎ AGIRBEST BINPÊ KIRIN
DI ÊRIŞA ÇETEYÊN DÎFA EL WATANÎ DE ZAROKEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

20’ê Nîsanê çekdarên Dîfa El Watenî ên bi ser hukumeta Şamê li Qamişlo êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Di vê êrişê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Osman şehîd bû.

Piştî vê êrişê di navbera çekdarên Dîfa El Watenî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de şer derket.

Ji bo rawestandina şer îro di saetên sibê de bi navbeykariya Rûsyayê agirbesteke ji bo rojekê hat ragihandin.

Lê belê çekrarên Dîfa El Watenî piştî bi çend saetan agirbest binpê kir.

Û careke din êrişî bendên kontrolê yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kêlaka taxa Teyî û malên sivîlan kir.

Di êrişa li kolana El-Wehdê de 2 zarok birîndar bûn.

Her du zarokên birîndar rakirin nexweşxaneya şehîd Xebat.

Tevî hewldanan hemûyan jî zarokê giran birîndar ê bi navê Mehmûd Mehmûd ê 10 salî jiyana xwe ji dest da.

Li ser van êrişan Hêzên Ewlekariya Hundirîn careke din bersiv dan û şer ji nûve dest pê kir.

ŞEHÎD XALID OSMAN
BI MERASIMEKE BI HEYBET HAT OXIRKIRIN

Di vê navberê de ji bo oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Osman îro merasimek hat organîzekirin.

Merasim li goristan şehîd Delîl Saroxan pêk hat û bi hezaran kes beşdar bûn.

Piştî rêzgirtinê hevserokê meclisa malbatên şehîdan a bajarê Qamişlo Mehsum Hesen axivî.

Di dawiya merasimê hevalên şehîd Xalid Osman cenazeyê wî di nava dirûşm û tilîliyan de spartin axê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv