DI ENVANTERA ARTÊŞA TIRK DE ÇEKÊN KÎMYEWÎ
NAVÊ ÇEKA KÎMYEWÎ GAZA JI BO SOTINA ÇAVAN DANÎNE
Dewleta Tirk a dagirker ev dehê salan e, li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne.
Hin ji van çekên bi kar tîne di edvantera wê de cih digirin û hin ji wan jî tine ne.
Lê dema bê lêkolînkirin, derdikeve holê ka çi madeyên kîmyewî di sîlehên xwe de bi kar tîne.
Navê maddeyekê SÎ EN ES, a din jî SÎ ES e.
Navê SÎ EN ES nîne, lê weke madeyeke çekên kîmyewî tê bi navkirin.
Bêhna wê weke dermanê kuştina pêşiyan e.
Dema tê bikaranîn bi lezeke zêde tesîrê dike.
Bandora wê weke gazeke xeniqîner e û bi heftiyan dewam dike.
Madeya din jî bi navê SÎ ES e, navê wê yê kîmyewî kloro-benzal-malo-nonîtrîl e.
Dema tê bikaranîna bêhna îsotan belav dike û pir bi lez tesîrê dike.
Weke madeya Sezyumê jî tê bi navkirin.
Ev made yekser mirovan dikuje.
Di envantera artêşa dewleta Tirk a dagirker de ji van her du maddeyan jî bombe hatine çêkirin.
Yek jê bi navê gaza sotina çavan tê binavkirin.
A din jî weke Hawana sotina çavan hatiye binavkirin
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, O PÎ SÎ W, bikaranîna vê gazê qedexe kiriye.
Lê Artêşa Tirk 2010’an li Fuara Çekan a li Kapstadê ev çekên qedexekirî nîşan dan.
Heman salê Zanîngeha Bradfordê ya Ingilistanê, bi raporekê ragihand, ku dewleta Tirk bombeyên SÎ ES dihilberîne û di bazara navneteweyî de difiroşe.
Tevî van belgeyan û nîşaneyên berbiçav jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî heta niha ti lêpirsîn derheqê dewleta Tirk de nedaye destpêkirin.