ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ EYN ÎSA
DI ENCAMA ÊRIŞÊN ROJÊN DAWÎ DE 5 SIVÎL ŞEHÎD, 17 JÎ BIRÎNDAR BÛN
Hêzên Tirk ên dagirker û çeteyên wan di rojên dawî de, êrişê gundên Girê Spî, Eyn Îsa, Şehba û Efrînê dikin.
Êrişên herî zêde jî li dijî gundên Eyn Îsa û Girê Spî yên derdora riya navnetewî ango M4 pêk tên.
Hêzên Tirk û çeteyên wan bi êrişan dixwazin gundên li ser riya M4 dagir bikin û riya navnetewî bi temamî bigirin bin kontrolê.
Bi vê armancê di meha îlonê de derdora 80’ê caran êrişê gundên Eyn Îsa û Girê Spî yên derdora riya M4 kirin.
Li gorî ANHA di encama êrişên meha îlonê de herî kêm 5 sivîl şehîd bûne û 13 sivîl jî birîndar bûne.
Di heman demê de ji ber topbaranan li gundê Xalidiyê û Hoşanê gelek xanî hilweşiyan.
QSD’ê jî di 23’ê îlonê de daxuyaniyek dabû û gotibû şervanên wan berisva tûnd hewldana dagirkirina gundê Dibis têk birine.