Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Di bingeha êrişên Tirkiyeyê de dijminatiya wê ya ji bo Kurdan heye’

 

NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
REMY PAGANÎ: DIVÊ TIRKIYE JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DERKEVE

Rewşenbîr, siyasetmedar û akademîsyan li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Şaredarê berê yê bajarê Swîsreyê Cenevê Remy Paganî yê ku di nav Heyeta Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê de çûye Hewlêrê, nerazîbûn nîşanî êrişkariya dewleta Tirk da.

Paganî bang li hêzên navnetewî kir ku zextê li dewleta tirk bike da ku hêza xwe ya dagirker ji Başûrê Kurdistanê vekişîne.

NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
DAVÎD PHÎLLÎPS: PIRSGIRÊK BI ÊRIŞA NAYÊ ÇARESER KIRIN

Hîndekarê Zanîngeha Columbia Davîd Phîllîps jî, bibîr xist ku “Dewleta Tirki ji 1980’î û vir ve li dijî Kurdan êrişên xwe zêde kirine û got: Pirsgirêk bi êrişan çareser nabe.”

MEGHAN BODETTE:
TIRKIYE BI VAN ÊRIŞA SÛCÊ ŞER DIKE

Lêkolînera Amerîkî Meghan Bodette di civîna lêkolînerên serbixwe de axivî û bal kişand ser êrişên dewleta tirk.

Bodette got; “Tirkiye bi van êrişan sûcê şer dike. Ev êriş nîşana nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî hemû kurdan e.”

NADINE MAENZA:
EV ÊRIŞ ARAMIYA HERÊMÊ TEHDÎT DIKE

Cîgira Serokê Komisyona Azadiya Olî ya Navneteweyî a Amerîkayê Nadine Maenza jî diyar kir ku “Rejîma Erdogan bi van êrişan aramiya herêmê tehdît dike û sûcên şer pêk tîne.”

KARIANE WESTRHEIM:
DI BINGEHA ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ DE DIJMINATIYA WÊ YA JI BO KURD HEYE

Hînderaka fakulteya Zanîngeha Bergen a Norwecê Kariane Westrheim jî da zanîn ku “Dewleta tirk bi hinceta PKK êriş dike lê di bingeha van êrişan de dijminantiya li dijî gelê Kurd heye.”

FREDERIKE GEERDINK:
DIVÊ BI HER AWAYÎ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN

Rojnamevana Hollandî Frederike Geerdink ya ji aliyê PDK’ê ve hat dersînor kirin li ser êrişkariya dewleta tirk wiha got:

“Dersînorkirina rojnamevan û siyasetvanan hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re eşkere dike. Divê bi her awayî em dengê xwe yê aştiyê bilind bikin.”

GOKAY AKBULUT:
DEWLETA ALMAN ÇIMA ŞANDE SEKINAND?

Parlamentera Meclîsa Federal a Elmanyayê Gokay Akbulut têkildarî şandeya ji aliyê Almanyayê ve hat astengkirin pêşniyarpirsek da hikumeta Alman.

MIHEMED EBDULLAH:
BI VAN ÊRIŞAN DIXWAZIN DESTKEFTIYÊN GELÊ KUR TINE BIKIN

Hevserokê Tevgera Azadî ya Komelgeya Kurdistanê Mihemed Ebdullah, li ser dagirkeriya Tirk li avahiya Tevgerê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Mihemed Ebdullah bal kişand ser hevkariya PDK ya bi dewleta tirk re.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv