Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di bernameya parlamentoyê de dagirkeriya dewleta Tirk nîne

Di bernameya civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya 28’ê Hezîranê de dagirkeriya dewleta Tirk û birîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê nîne.

Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi vexwendnameyekê bang li parlamenteran kir ku di roja 28’ê Hezîranê de, di saet 11.00’an ji bo civînê li parlamentoyê amade bin.

Tevî ku 36 parlamenterên Herêma Kurdistanê daxwaz ji serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirîbû parlamento li ser dagirkeriya dewleta Tirk û têkdana jîngeha Kurdistanê bicive, lê di bernameya civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya 28’ê Hezîranê de dagirkeriya dewleta Tirk nîne.

Li Herêma Kurdistanê yek ji rojevên din ên sereke û di rojevê de birîn an ji kêmkirina mûçeyên karmendane, lê dîsan birîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê di bernameya karê parlamentoyê de cih negirtiye. Tevî ku Seroka Parlamentoyê Dr. Rewaz Fayeq ragihandibû ku wê ti civînên din nekin, heta ku li ser birîna mûçe kom nebe, mijara mûçe nexistine bernameya kar de.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv