Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewletên ku xwedî li malbatên DAÎŞ’iyan derkevin wê werin destek kirin

 

BIRYARA NETEWEYÊN YEKBUYÎ
DEWLETÊN KU XWEDÎ LI MALBATÊN DAÎŞ’IYAN DERKEVIN WÊ WERIN DESTEKKIRIN

Neteweyên Yekbûyî biryar da, piştgirî bide dewletên ku wê xwedî li malbatên DAIŞ’ê derkevin…Van dewletan, heta niha xwe nedidan ber alikariyê..Îro bi qasî 60 hezar jin û zarokên çekdarên DAIŞ’î li kampên Rojavayê Kurdistanê li bendê ne ku welatên wan deriyê xwe li wan vekin.

Ev însiyatîfa Neteweyên Yekbûyî, piştî civîna 76`an a Lijneya Giştî hat ragihandin.

Biryar Rojavayê Kurdistanê ji nêz ve eleqeder dike, Ji ber ku îro li kampa Holê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê qasî 60 hezar ferdên malbatên Daîşê hene.

Piraniya wan ji derveyê Suriyê, ji malbatên çeteyên biyanî ne.

Rêvebiriya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyê ji bo dewletên Ewrupî û yên din malbatên çeteyên hemwelatiyên xwe şûnve qebûl bikin, gelek xebat meşandin.

Lê heta niha encameke berbiçav bi dest neketiye.

Neteweyên Yekbûyî bi biryareke nû, amade ye piştgirî bide dewletên ku wê xwedî li van malbatan derkevin.

Ev jî hatin dîtin

Beriya girtina deriyên Sêmalka û El Welîd PDK’ê kamp ji bo koçberan ava kir

Stêrk Tv

Parêzer Gîzem Mîran: ‘Tecrîd sûc e divê were bidawîkirin’

Stêrk Tv

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo meşa ciwanan wê 6’ê Sibatê destpê bike

Stêrk Tv

‘Em HDP’ê diparêzin’: Amed ji mîtînga mezin re amadekariyê dike

Stêrk Tv

Dûran Kalkan: ‘Desthilata faşîst a AKP/MHP’ê ji HDP’ê ditirse’

Stêrk Tv

Dûran Kalkan: ‘2021 bû sala têkçûna faşîzmê wê sala 2022 jî bibe sala hilweşandina wê’

Stêrk Tv