Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk qira Kurdistanê tîne

 

DEWLETA TIRK QIRA KURDISTANÊ TÎNE
BI RÊYA ÇETEYAN LI HERÊMA BEHDÎNAN BI HEZARAN DAR BIRÎNE

23’ê Nîsanê dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir..

Armanca sereke ya dewleta Tirk, talankirin û wêrankirina axa Basûrê Kurdistanê ye..

Ji ber êrişan heta niha bi dehan gund hatine valakirin.

Bi valakirina gundan re xweza û dewlemendiya herêma Behdîananê jî tê wêrankirin..

Dewleta Tirk şîrketên taybet tîne herêmê, bi rêya van sîrket, çete û cerdevanan daristanan talan dike.

Li gel vê talankarî û dagirkeriyê jî rêveberiya PDK’ê xwe li bêdengiyê daniye û li gorî daxwazên Enqerê tevgere.

PARLEMENTERÊN IRAQÊ
‘BÊDENGIYA LI HIMBERÎ DAGIRKERIYÊ NABE KU WERE QEBÛLKIRIN’

Têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk parlamenterên Îraqê ji ajansa nûçeyan a Rojnews re axivîn.

Parlamenterê Iraqê Mihemed Beldawî qirkirina xwezayê weke parçeyek ji konsepta şerê taybet bi nav kir û wiha got.

Dewleta Tirk piştî kuştina xelkê sivîl û komkujiyan, îro jî qirra xwezayê tîne..

Ev jî karesat e û nabe ku were qebûlkirin, divê parlamentoya Iraqê di vê mijarê de xwedî helwest be.

Parlamenter Katii Rikabî da zanîn ku dewleta Tirk ji bêdengiya hikumeta Bexda û Hewlêrê cesaretê digire.

Divê ev bêdengî neyê qebûlkirin..

Divê hêzên siyasî li ser sucên dewleta Tirk xwedî helwesteke zelal bin.

Pêwiste e nerazîbûna li hemberî vê qirkirinê di asta herî bilind de be.

Divê em hemû ji vê qirkirinê re bêjin bes e û rê nedin axa me were dagirkirin û talankirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv