Dewleta Tirk bi mehan e herêmê bomberdûman dike û daristanan dişewitîne, talan xwe ya li herêmê zêdetir dike.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin dewleta Tirk di 20’ê Cotmehê de îhaleya talanê daye cerdevanên Sêgirka Şirnexê.

Şeyhmûs Babat û hin cerdevanên din, bi lezgînî li Nizûrêya Zendûrayê û li Derarêya Metînayê dest bi birîna daran kirin.

Cerdevan bi kepçe û dozeran darên li herêmê dibirin û piştre agir bera qadê didin.

Darên birîne jî bi kamyonan ji herêmê derdixînin. Wêneyên ku hatine bidestxistin jî vê talanê şekere dike. Di wêneyan de tê dîtin ku bi hezaran dar hatine birîn. Ev bi tenê beşeke talanê ye.

Dewleta Tirk ji zû ve ye dema diçe ku wê derê sûcên şer dike. Bomberdûmankirina qadên sivîlan, kuştina sivîlan, valakirina gundan, înfaz û êşkence bûye karê rojane yê dewleta Tirk a dagirker.