Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk li gundên PDK’ê vala kirine çeteyan bi cih dike

 

HEVKARIYA PDK Û DEWLETA TIRK
DAGIRKERIYA TIRK LI GUNDÊN PDK’Ê VALA KIRINE ÇETEYAN BI CIH DIKE

Êrişên dagirkeriya tirk ên 23’yê Nîsanê li Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Federe ya Kurdistanê destpê kirin, dewam dikin.

Artêşa dagirker ji ber berxwedan gerîla nikare bi bejahî pêş bikeve, û ji ber vê yekê dixwaze bi ÎHA, SÎHA, balafirên şer û helîkopteran encamê bi dest bixe.

Tevî teknîka mezin ku bi ser de çekên kîmyewî jî tên bikaranîn xitîmîne.

PDK ji bo ku dagirkeriya tirk rizgar bike bi hêzên xwe yên çekdar dixwaze dor li gerîla bigre.

PDK ji aliyekî ve sewqiyata ber bi qadên gerîla didomîne, ji aliyê din ve jî dixwaze li dijî gerîla eşîrên li herêmê bide şer kirin.

Ji bo ev plan bi ser keve serkirdeyên PDK’ê yên li herêmê bi eşîran re hevdîtinan pêk tînin.

Di vê navberê de yek ji lîstika mezin û xeternak jî ew e ku gundên ji ber êrişan û zextên PDK’ê hatine valakirin bi çeteyan tên tijîkirin.

PDKê 70 gundên navbera Zaxo û Bradostê ji bo vê yekê vala kirine.

Dagirkeriya tirk jî bi çeteyên ji Sûriyê anîne û Afganên di van demên dawînd e hatine Tirkiyê tijî dike.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê radigihînin heke ev plana wan a li van 70 gundên pîlot bi ser keve, wê li herêmên din ên Başûr jî heman tiştî bikin.

Di nava pîlanê de gundên Helebçe û Silêmaniyê jî hene.

Çavkaniyan destnîşan kir ku waliyê Duhokê Elî Teter jî haya xwe ji pîlana qirêj heye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv