Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê gelek sivîl revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê nasnameyên sivîlên ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” bi hevkariya îstîxbarata Tirk revandine, eşkere kirin.
Çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hejmarek sivîlên Kurd bi tawama ku berê têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re hene, revandin.
Li gorî rêxistinê kesên hatine revandin ev in:
Kemal Yûsif û kurekî xwe, ji gundê Termîşa yê navçeya Şiyê ne û ajokarek li gel meclisa herêmî ya dagirekeran a navçeyê ye, 3’ê Îlonê hate revandin.
Birayê Kemal, Luqman Yûsif, ji gundê Termîşa yê Şiyê ye, tevî kurekî xwe 3’ê Îlonê hate revandin.
Xedîca Ebû Ebdo Serî (32), dermansaz e, di 10’ê Îlonê de bi tawama ku berê têkiliyên wê bi Rêveberiya Xweser re hebûn hate revandin.
Cemîl Hemo ji gundê Cobana ye, di 10’ê Îlonê de, bi tawana ku di şirketa Heftaro de pereyan vediguhêze hate revandin û motorsiklêt û erebeya wî hatin dizîn.
Mihemed Bekir (Mamo Belek) ji gundê Qermitliq e, li navenda navçeya Cindirêsê dimîne, di 10’ê Îlonê de bi tawana ku di dema Rêveberiya Xweser de derdiket nobeta parastinê hate revandin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê hejmara welatiyên Kurd ên ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” li navçeya Cindirês girtine 7 in.