Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk li Efrînê 2 jinên din jî revand

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya Kantona Efrînê 2 jin revandin.

Li gorî agahiyan, îstîxbarata Tirk 17’ê Cotmehê li gundê Birîmce yê navçeya Mabatayê 2 jin revandin.

Mizgîn (28) û Sozan (33) ên hatin revandin, nayê zanîn ku bi ku ve birine.

Heman rojê jineke ducanî Nemet Behcet Şêxo (32) piştî ku ji aliyê MÎT’ê ve hatibû revandin bi êşkenceyê hatibû qetilkirin.

Ji destpêka salê û vir ve bi sedan sivîl hatine revandin. Li Efrînê tenê du mehên dawî 25 jê jin zêdeyî 300 sivîl hatin revandin û herî kêm 6 sivîl hatin qetilkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihandibû ku dewleta Tirk di navbera 29’ê Tîrmehê û 23’ê Tebaxê de li Efrînê herî kêm 101 kes revandibû. Ji van 17 jê jin, 3 jê zarok bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv