DEWLETÊ KADÎR AKTAR KUŞT
MÎNA CÎNAYETÊN BERÊ EV JÎ WEKE ÎNTIHAR NÎŞAN DA
Ciwanê kurd Kadîr Aktar 19’ê sibatê li zanîngehê jiyana xwe ji dest da.
Rayedarên dewletê daxuyandin ku Kadîr întihar kiriye.
Lê hem malbat hem jî parêzerê malbatê ji rojnama Evrenselê re axivîn û destnîşan dikin ku ev cînayet e û di destê wan de agahî hene.
Kadîr Aktar ji ber bûyera kuştina polîsekî li Bagcilara Stenbolê di 18’ê tîrmeha 2020’an de tevî 3 kesan hatibû girtin.
Wê demê dîmenên wî yên îşkencelêkirî jî hatibûn belavkirin.
Kemal di 16’ê sibata 2021an de hat tahliyekirin.
Wê demê ji xwişka xwe re îşkenceya lê hati kirin jî vegot.
Kadîr bi îdaiaya ji dosyayeke din lêgerîna xwe heye 18’ê sibatê dîsa hat girtin û 19’ê sibatê jî agahiya mirina wî dan malbatê.
DVDiya dîmenên têkildarî bûyerê ku piştî 2 mehan şandibûn cem pisporan derket holê ku hatiye şikênandin.
Bavê Kadîr, Cengîz Aktar jî li ser aplîkasyona e-nabizê dît ku kurê wî dema li girtîgehê bûye 23 caran rakirine nexweşxaneyê.
Niha malbat tevî parêzerê xwe ji bo bûyer ronî bibe têkoşîna xwe ya hiqûqî didomîne.